'Dê li dijî tecrîd û şîdetê em ê di 1’ê Îlonê de dakevin qadan'

  • 09:07 29 Tebax 2020
  • Rojane
VAN-MÛŞ - Jinan li Mûş û Wanê banga tevlîbûna çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kirin û gotin: "Îsal em ê li dijî tecrîd, li dijî şîdet û kuştina jinê li qadan dengê xwe bilind bikin."
 
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe. Li Wan û Mûşê jinan nêrînên xwe yên derbarê aştiyê de anîn ziman. Jinan destnîşan kirin ku şera ewil a ji bo aştiyê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û gotin divê hevdîtin bên kirin. Jinan di heman demê de da zanîn ku şerta ewil a aştiyê rakirina terîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, divê hevdîtin bên destpêkirin û her wiha gotin divê şîdeta li ser jinê jî bidawî be.
 
Ayten Kahraman bi lêv kir ku bi salane aştî li ser zimanê jinên kurde, lê tu pêngav neyê avêtin û wiha pê de çû: “Li welat aştî tune. Tenê zilm û mirin, girtin tên jiyîn. Em yekitiya hemû gelan û aştiyê dixwazin. Ne tenê li vî welatî li hemû cîhanê bila şer bidawî bin.”
 
Zubeyde Turunç jî daxuyakirin ku divê mirin bidawî bin û wiha pê de çû: “Gelo wê hîna ev zilm û kîn heta ku derê bidome? Min xwe dîti nedît Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Lê tu car muxatab nehat girtin. Em alîgirê aştiyê ne. Mirov ji axa wan koçber kirin, li ser vê jî zext domandin. Heta aştî neyê kes li mala xwe rehet nake.”
 
Hevseroka HDP’a Melezgîrê ya Muşê Fatma Ozkan jî destnîşan kir ku ew jin cîhaneke bê tecawiz û kuştin dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di 1’ê Îlonê wek jin û gelê kurd dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî be. Divê em hem tecrîdê rabikin û hem jî li dijî zextên li ser girtiyan serî hil bidin. Ji bo vê divê em têbikoşin.”
 
Rêvebera HDP’a Melezgîrê Sema Tekîn jî got ew edeletê dixwazin û got aştî wê ji maseya ku Abdulllah Ocalan lê hebe, pêk bê.