‘Em ê li hemberî parastina kujer û tecawizkaran li ber xwe bidin'

  • 09:05 29 Tebax 2020
  • Rojane
ŞIRNEX/AMED - Siyasetmedarên jin ên li Şirnex û Amedê bal kişandin ser polîtîkayên şer ên ku li herêmê tê meşandin û gotin: "Di bûyera Îpekê de carek din derket holê ku îqtîdar bi daraza xwe kujer û tecawizkaran parast. Em ê li dijî bêcezahiştina tecawizkaran li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya deşîfrekirina polîtîkayên qirêj bidomînin." 
 
Bertek û nêrazîbûnên raya giştî ya li hemberî serbestberdana Mûsa Orhan didomin. Mûsa Orhan tecawizê Îpek Er kir û piştre bû sedema mirina wê. Ligel nameya Îpek heyî û serledana dayika wê heyî Mûsa Orhan piştî çend rojan serbest hat berdan. Siyasetmedarên kurd ên li Şirnex û Amedê polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin ji ajansa me re şîrove kirin.
 
'Li welat hiqûq nîne' 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nûran Îmîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişad ser nêzîkatiya îqtîdarê û got: "Nêzîkatiya îqtîdarê me matmayî nehişt. Bûyerên bi vî rengî di nava civakê de gelek zêde ne. Li şûna ku mexdûr bên parastin, kujer û tecawizkar tên parastin. Hiqûq bi tenê ji bo dewlet û peywirdarên dewletê heye û ji bo gel tune ye. Hemû tişt bi awayek zelal li holê ye, lê daraz vî nabîne û tecawizkar serbest berdide. Ev jî talîmata îktîdarêye. Em bûyer jî nîşanê me dide ku li welat daraz û hiqûq nemaye. Daraz bûye wek baxceyê paş îktîdarê."
 
'Li herêmê şerê taybet heye'
 
Nûran, da zanîn ku li herêmê şerê taybet ya siyasî, civakî, ehlaqî û ekolojîk tê meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Çawişên pispor, leşker û polîs jinan dikin kemînê û dibin sedema mirina wan. Ev hemû bi awayek sîstematîk di çarçoveya polîtîqayek taybet de tê kirin. Dema mijar jin û kurd be dijmin hiqûqê bi awayek cuda pêk tîne. Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan, tecawiz, taciz, fihuş û madeyên hişbirê wekî konsepteke şer li herêmê tê pêkanîn."
 
'Polîtîkayên bêcezahiştinê tê meşandin'
 
Nûran bal kişand ser kiryarên ku pêk tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Kurdistanê li hemberî kurdan îşkenceya bi kûçik tê kirin lê kes dengê xwe nake. Bedena jinên kurd li kolanan tên teşhîr kirin lê tu kes tiştekî nake. Heqaret li jinan tê kirin û mafên jinan tê xespkirin lê meşrû tê dîtin. Sûcdar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên parastin. Rojnamegerên ku nûçeyên êrîşên zayendî çêdikin tên girtin lê belê tecawizkar serbest tên berdan. Em ê li hemberê van bisekinin û polîtîqayên wan ên qirêj yek bi yek em ê deşîfre bikin. Ev bûyer nemûnferît in. Ev êrîşa îktîdara AKP’ê ya bi îdeolojîke. Em van hemûyan baş dizanin. Em ê îfşayê hemû civakan bikin. Divê daraz aliyê xwe diyar bike."
 
‘Li hemberî bûyerê bê deng nemînin' 
 
Hevseroka HDP’ê Hezexê Nafiya Geçgel, diyar kir ku Mûsa Orhan bi rêya hiqûqê serbest hat berdan û mijar wiha şîrove kir: "Bi bertekên raya giştî Mûsa Orhan hat girtin, lê piştî hefteyên şûnde jî serbest hat berdan. Dadgerên ku biryara serbestberdana wî dan hevkarê vî bûyerê ye. Her wiha bi serbest berdana wî dê sibêhê bi sedan Mûsa Orhan derkevin holê. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî wê bûyerê bêdeng nemînin. Tecawizkar hêzê ji îqtîdar û dewletê digire. Heta ku Mûsa Orhan bê girtin em ê dengê xwe bilind bikin." 
 
‘Êrîşê nasnameya jinên ciwan dikin' 
 
Bêrîtan Yaşar jî endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ye û bal kişand ser zîhniyeta îqtîdarê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zîhniyeta îqtîdarê ya li hemberî jinên kurd bi bûyera Îpekê carekî din xwe aşkera kir. Ev bûyer tê wateya êrîşa li hemberî nasnameya jinên ciwan. Mûsa Orhan piştî bertekên li ser medyaya civakî hat binçavkirin û girtin. Lê belê ev tişt tenê xapandinek bû. Ji deriyê pêşiyê girtin û di piştê de berdan. Kesên ku Mûsa Orhan berdan îro êrîşê Peymana Stenbolê dikin. Piştî Îpekê jî gelek jin bi taciz û tecawizê re rûbirû dimînin. Divê jinên ciwan nekevin kemînên bi vî rengî."
 
'Dê li dijî polîtîkayên qirêj li ber xwe bidin' 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê Fatma Ozkan, bal kişand ser parastina kujer û tecawizkaran û got: "Mûsa Orhan û yên wekî wî îro ji hêla îqtîdarê ve tên parastin. Her wiha serbestberdana wan jî cesaretê dide kujeran din. Mûsa Orhan hêza dewletê daye pişt xwe. Lê têkoşîn û berxwedan jinê dê zîhniyeta qirêj ji holê rake. Em tu carî Îpek û bi sedan jinên din yên ku heman serpêhatiyê jiyane ji bîr nakin. Îqtîdar bi wan polîtîkayan dixwaze nasnameya Gelê Kurd hedef bigire û li ser bedena jinê jî Gelê Kurd terbiye bike. Lê jin dê li dijî polîtîkayên îqtîdarê li ber xwe bidin."