‘Vekirina rêya Heleb û Şehbayê xeteriya vîrûsê zêdetir dike’

  • 09:04 29 Tebax 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînî yên ku li Şehabyê dimînin li ser vekirina rêya di navbera Heleb û Şehbayê de, herwiha xeteriya belavbûna vîrûsê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Rêjîma Sûriyê bi zanebûn rêyan vedike, ji bo ku vîrûs zêdetir derbasî herêmê bibe.”  
 
Bi belavbûna vîrûsa Koronayê re li herêmên Rêveberiya Xweser, Rejîma Sûriyê bi zanebûn êdî rêyên navbera bajaran ên li herêmê û rêyên navbera şehba Helebê vekirî dihêlê. Vekirina rêyan rêjeya belavbûna vîrûsa koronayê zêdetir dike. Têkildarî mijarê jinên Efrînê yên ku li Şehabyê dimînin li ser vekirina rêya di navbera Heleb û Şehbayê de ku xeteriya belavbûna vîrusê zêde dike axivîn.
 
 ‘Xemsarî dibe sedema belavbûna vîrusê’
 
Endama Heyva Sor a Kurd Zeyneb Hesen li ser sedema belavbûna vîrûsê nêrîna xwe anî ziman û got : “Bi derketina vîrûsê re, me li ser rêyên di navbera Heleb- Şehba  de navendên tenduristiyê ava kirin. Heta 6 mehan em ê li van navendan bimînin û kesên ku derbasî herêmê bibin em ê rewşa wan kontrol bikin. Heta astekê me herêm ji vîrûsê parast. Lê piştî ku rejîma Sûriyeyê rêyên ku Şehbayê bi bajarên mezin ve girêdide vekirin xeteriya vîrusê li herêmê zêdtir bû. Ev xemsariya rejîmê wê xeteriya belavbûna vîrusê zêdetir bike û kontrola herêmê ya di warê vîrusê de ji destê me derket. Ji bo ku vîrus li herêmê belav nebe heta niha me kedeke mezin da.”
 
‘Rejîm tendirustiya şêniyên Şehbayê dixe xeteriyê’
 
Jina bi navê Fatme Abd-El Qadir jî derbarê kiryarên Rêjîma Sûriyê li dijî civakê nêrîna got,: “Di pêvajoya belavbûna vîrûsê de Rêjîma Sûriyê hemû rê vekirî hiştin. Bê tedbir mirov derbasî herêmê kirin û xeteriyeke mezin li ser jiyana şêniyê herêmê da çêkirin. Di aliyê kontrolê de sistbûn hebû û li aliyê din jî her kes ji kîjan deverê bihatana Şehbayê  rê ji wan re serbest kirin. Van hemûyan hişt ku em jî bi vê xeterê re rûbirû bimînin. Pêwist e civak di warê van pêkanînan de hişyar be.” 
 
‘Em tedbîrên xwe li hember vîrûsê digrin’
 
Jina bi navê Şîlan Mihemed  jî li ser tedbîrên li dijî vîrûsê axivî û got:” Li Şehbayê gelek tedbîr li hember vîrûsê hatine girtin.   Rewşa niha em tê de dijîn pir hesas e. Em dikarin bi xwe parastina xwe bikin. Rêjîma Sûriyê bi zanebûn rêyan vedike, ji bo ku vîrûs li herêmê belav bibe. Vekirina rêya Heleb û şehbayê jî xeteriya belavbûna vîrusê zêdetir dike.”