ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2020'Î

  • 09:00 29 Tebax 2020
  • Rojev
* Xalîde Mihemed Mihêdîn li baxçeyê xwe gulberoj çandiye û got: "Em tenê li baxçeyên xwe diçinînin ji ber ku zehmetiyên wê gelek in û em terê xwe diçînin. Gulberoj hem derdora me dixemîlîne û hem jî ji me re dibe sî." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bajarokê Sirînê Ferdos Kino di derbarê pergala Rêveberiya Xweser û êrîşên li ser projeya Netewa Demokratîk de wiha got: "Pergala Rêveberiya Xweser di nava pêkhateyan de tê pejirandin ji ber ku projeyeke demokratîk e û mafê hemû pêkhateyan diparêze ye.Wek pêkhateyên herêmê bi yekîtiya xwe em ê projeya Netewa Demokratîk bi ser bixin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînî yên ku li Şehabyê dimînin li ser vekirina rêya di navbera Heleb û Şehbayê de, herwiha xeteriya belavbûna vîrûsê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Rêjîma Sûriyê bi zanebûn rêyan vedike, ji bo ku vîrûs zêdetir derbasî herêmê bibe.”  DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin ên li Şirnex û Amedê bal kişandin ser polîtîkayên şer ên ku li herêmê tê meşandin û gotin: "Di bûyera Îpekê de carek din derket holê ku îqtîdar bi daraza xwe kujer û tecawizkaran parast. Em ê li dijî bêcezahiştina tecawizkaran li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya deşîfrekirina polîtîkayên qirêj bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Rêvebera xwaringeha Ariya Star Daliya Şiblî li ser vekirina xwaringehe rawestiya û got: “Pêwiste her kes çanda xwe ji bişaftinê biparêze. Ji ber ku ên mirovan li ser piyan digire çanda mirovan e. Divê em vê çandê ji nifşên pêşerojê re bihêlînin ku çanda me tune nebe." DÎMEN HEYE 
 
*Jinan li Mûş û Wanê banga tevlîbûna çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kirin û gotin: "Îsal em ê li dijî tecrîd, li dijî şîdet û kuştina jinê li qadan dengê xwe bilind bikin." BI DÎMEN