Ebrû Tîmtîk hat definkirin

  • 17:44 28 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Ebru Tîmtîk a ku di roja 238'emîn çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke girseyî hat definkirin. Di merasîmê de hevjînêa Aytaç Unsal ê ku di rojiya mirinê de ye Dîdem Unsal axivî û got, "Ebrû ji bo edaletê têkoşiya û em ê têkoşîna wê berdewam bikin."
 
Ji bo Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ebru Tîmtîk a ku ji bo derizandineke adîl li roja 238'emîn a çalakiya rojiyam mirinê de jiyana xwe ji dest da, li Mala Cemê ya Gaziyê merasîma cenaze hat kirin. Di merasîmê de birayê Ebruyê yê li girtîgehê Berkîn Tîmtîk bi hinceta korona nehiştin tevli merasîmê bibe, lê malbata wê, hempîşeyên wê, parlamenterên HDP'ê Musa Pîroglu, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, rêxistinên jinan Hevseroka Giştî ya ESP'ê  Ozlem Gumuştaş, gelek nûnerên partiyên siyasî û kes tevli merasîmê bûn. 
 
Piştî axafitna hempîşeyên Ebruyê girse cenaze kir wesayitê, bi meşê ber bi goristanê ve çû lê polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşî girseyê kir û meş rawestandin. Parêzerên ku bi astengiya polîsan re rûbirû man li gel hemû astengiyan derbasî goristanê bûn.
 
Ebru li ser wesiyeta dayika xwe birin gora dayika wê û bi qurnefîlan tefin kirin. 
 
 Piştî Ebru hat definkirin girseyê li gel dirûşmên, "Şehîdên şoreşê namirin", "Wê dewleta kujer hesap bide" û "Ebru Tîmtîk namire berz kirin. Polîsan êrîşî meşê kir û girse ber bi kolanan ve belav bu. Herwiha di encama êrîşê de kesê bi navê Ersîn Çelîk jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.