'Heta ku edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî'

  • 14:55 28 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Di 104’emîn meha komkujiya Roboskî de, Hewldana Edaletê daxuyaniyek da û gotin: "Heta ku faîlên Roboskî neyên cezakirin û edalet neyê Roboskî, wê edalet neyê Tirkiyeyê jî."
 
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di 104’emîn meha komkujiya 19 jê zarok 34 kes tê de jiyana xwe ji dest dan de, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê civîna çepemeniyê li dar xist. Endamê hewlanê Tanjû Gunduzalp di civînê de axivî û wiha got: “Di ser komkujiyê 452 heftî derbas bûn, ne kes hat cezakirin, ne ev rastî hat qebûlkirin, ne edalet hat bicihanîn û ne jî di warê hiqûqî de pêşketinek çêbû.”
 
Di civînê Tanjû, da zanîn ku mirovên li Roboskî dijîn, tenê derfeta wan a karê bazirganiya sînor bikin heye û wiha bilêv kir: “Agahiya rayedarên dewletê ji vê yekê heye. Lê ligel vê jî komkujî pêk hat û 34 mirovên me hatin bombebarankirin. Ne cezakirina bersûc û faîlan êdî li her devera erdnîgariya me belav bûye. Ji ber vê faîlên Roboskî jî heya niha nehatine ceza kirin. Heya ku edalet neyê Roboskî, wê edalet neyê Tirkiyeyê jî. Tu komkujî nayin ji bîr kirin. Heya ku Komkujiya Roboskî ronî nebe, ne pêkane ku di siyaseta Tirkiyeyê de, demokrasî û civakbûyîn pêş bikeve. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê erdnîgariyê, rêya aştî û edaletê teqez di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerma vê axê ye, birîna ku xwîn jê tê ye û lêgerîna edaletê ye.”