Polîsan cenazeyê parêzer Ebru revandin û birin mala Cemê

  • 14:31 28 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Cenazeyê Ebru Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê ji aliyê polîsan ve ji Saziya Tipa Edlî hat revandin û birin Mala Cemê ya Gaziyê.
 
Parêzera Buroya Gel (HHB) Ebru Tîmtîk ku ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, piştî ku şeva din rakirin morga Tipa Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê, hatibû diyarkirin ku wê cenaze bibin Baroya Stenbolê ya ku Ebru endama wê ye û li wê bi merasîmekê oxir bikin. Lê polîsan piştî opopsiyê cenaze ji ATK'ê revandin û birin Mala Cemê ya Gaziyê.
  
Polîsan herwiha hemû rêyên ku diçûn mala cemê girtin û destûr nedan ku rojnameger jî bikevin mala cemê.
 
Herwiha li aliyekî din jî hat aşkerakirin ku birayê Ebruyê Barkin Tîmtîk ê li girtîgehê jî ji bo tevli merasîm cenaze bibe serlêdan kirye û ger ku serlêdan bê qebûlkirin wê cenaze roja şemiyê bê defin kirin û ku neyê qebûlkirin jî wê îro bê definkirin.