TAJÊ bi daxuyaniyekê tecrîd şermezar kir

  • 11:00 28 Tebax 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang li CPT'ê kir û got: "Divê CPT li hemberî tecrîdê erka xwe pêk bîne." 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo balê bikişinê ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî hat şermezarkirin. 
 
Di daxuyaniya TAJÊ dê wiha hat gotin: "Xwedî li derketina Rêber Apo erkêkî însanî ye. Di bernemeya me de çalakiyên girseyî hebûn lê mixabin ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê me çalakiyên xwe pêk neanîn. 
 
Weke tê zanîn Êzidî deyndarê fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Bi fikrê wî me xwe naskir û me nasnameya xwe jinê nas kir. Me xwe di çarçoveya fikr û ramanê wî bi rêxistin kir. Tecrîda ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin tê wateya meşandina tecrîda li hemberî hemû civakê. Dixwazin bi tecrîdê vîn û berxwedanê bişkînin. 
 
Em li ser nave TAJÊ di serî de tecrîda giran a bêhiqûqî ya dijmirovî qebûl nakin. Em bê edaletiya li hemberî Rêber Apo şermezar dikin. Niha li Tirkiyeyê jî vîrûs bi her awayî belavbûye û em bi fikarin û em nizanin rewşa Rêber Apo çî ye? Em dixwazin derbarê rewşa Rêber Apo de agahiyekî berfireh bê dayîn.
 
Em bang li CPT'ê dikin xwedî li erka xwe derkevin û li hemberî kiryarên dewleta tirk jî bêdeng nemînin. Divê gelê kurd jî li hemberî wan kiryaran bedeng nemînin."