Amed amadekariya 1'ê Îlonê dike

  • 10:51 28 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, bi minasebeta 1'ê Îlonê bang li gel kir û got: "Ji ber pandemiyê dê îsal li Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê 'Zincîra Aştiyê' ava bikin û em bang li gel dikin ku tevlî çalakiya me bibin. Em li qadan bi hev re daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya pêşwazîkirina 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê "Zincîra Aştiyê" ava bike. Çalakî dê 4 rojan bidome. "Zincîra Aştiyê" dê li Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê pêk bê. Parlamenter, rêveber û nûnerên partiyên siyasî dê di "Zincîra Aştiyê" de cih bigirin. Her wiha di çarçoveya xebatan de jî li 17 navçeyên Amedê gel û esnaf bên ziyaretkirin. 
 
Derbarê çalakî û xebatên 1'ê Îlonê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik ji ajansa me re axivî. Hulya, da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya HDP'ê ya ku di meha hezîranê de dayî destpêkirin xebat tên meşandin û got: "Xebatên me bi dirûşma 'Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî' hat destpêkirin. Kampanya li Tirkiyê û heremê deng veda. Gel xwedî kampanyaya partiyê derket û carek din daxwaza xwe ya aştî, yekitî û demokrasiyê anîn ziman."
 
Hulya, da zanîn ku îro şûnde bi parlamenterên partiyê dê biçin 17 navçeyên Amedê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ê bi parlamenterên xwe re biçin navçeyan û esnaf û gelê xwe ziyaret bikin. Em ê civînên gel li dar xibin. Her wiha hemû xebatên me dê di çarçoveya rêgezên pandemiyê de bên kirin." 
 
Hulya, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên 1'ê Îlonê û wiha got: "Her sal li Amedê bi tevlîbûnekî mezin 1'ê Îlonê dihat pêşwazîkirin lê mixabin ji ber pandemiyê îsal mîtîng nayên lidarxistin. Ji ber vê sedemê jî em ê 'Zincîra Aştiyê' ava bikin û bi vî rengî 1'ê Îlanê pêşwazî bikin. Ji bo çalakiyê me serdanên xwe yên pêwist pêk anîn. Em ê îsal carek din bi gelê xwe re li qadan aştiyê bi qêrîn û daxwazên xwe bînin ziman. Em bang li gelê Amedê dikin bên tevlî çalakiya me bibin."