‘Em nikarin behsa darazek serbixwe bikin’

  • 09:08 28 Tebax 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Parêzer Gulan Çagan Kalelî derbarê tahliyekirina gumabarê tecawizê Musa Orhan de axivî û got: “Hestên netewperest û mîlîtarîst tên xwedîkirin û hewl tê dayîn ku rastiyan veşerîn. Lê em ê lêgerîna edaletê bidomînin."
 
Jina bi navê Îpek Er ya 18s alî li Sêrtê bi tecawiza çawîşê pispor Musa Orhan ve rûbirû ma bû û di 16’ê tîrmehê de întîxar kiribû. Malbata wê ew rakirin nexweşxanê û li ser gilîkirina malbatê Musa Orhan hatibû binçavirin û lê roja din hatibû berdan. Îpek ya 33 rojan li nexweşxanê ma di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.
Li ser bertekan Musa Orhan di 19’ê tebaxê de hat giritn û piştî çend rojan serbest hat berdan. Parêzer Gulan Çagan Kalelî derbarê dosyayê de nêrînê xwe anî ziman. 
 
‘Îpekê zext bi awayekî vekirî îfade kiriye’
 
Gulanê got Îpek piştî vedigere cem malbatê her tiştî ji malbatê re dibêje û diçin gilî dikin û got: “Her tiştî ji dozgeriyê re vedibêjin. Êrîşa zayendî, desteserkirinê û zextên psîkolojîk vegotiye. Heta di îfadeya xwe de dibêje ‘bila gumanbar bi awayekî giran bê cezakirin. Ez şev û roj digirim, hatime asta întîxarê, ez şerm dikim li rûyê malbatê binêrim.’ Ev di esasê de qêrîna alîkariyê ye. Lê dozger piştî vê tiştek nekiriye.”
 
‘Pratîkên darazê cesaret da gumanbar’
 
Gulanê da zanîn ku piştî întîxarê derbarê gumanbar Musa Orhan de biryar girtinê tê dayîn û wiha axivî: "Piştre îfada Musa Orhan tê girtin û sewqî Dadgeriya Cezaya Sul a Sêrtê tê. Lê Musa Orhan bi şerta kontrola edlî tê berdan. Pratîka darazê ya di dosyayê jinan de ku cesaretê dide mêran li holê ye. Gelek aşkera li holê ye Musa Orhan cesaret bixwe re dîtiye. Di demên dawî de bûyerên li Dêrsîm, Êlih, Şirnex û Wanê li hember jinên kurd pêk hatine bêguman nîşan de ku nêzîkatiyek taybet li hember jinên kurd heye.”
 
'Em ê lêgerîna edeletê bidomînin'
 
Gulanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Îpekê beriya întîxarê name hiştiye û ev name hem pêşkêşî serdozgeriya komarê ya Sêrtê hem jî ya serdozgeriya Komarê ya Êlihê hatiye kirin, lê serdozgeriya komarê ya Sêrtê di îdianameya amade kiriye de tenê cih daye sûcê êrîşa îstîsmara zayendî û got wan ji serdozgeriya komarê ya Êlihê ji sûcê ‘întîxar ferzkirin’ serlêdana sûc kirine, lê aqûbeta vê serlêdanê ne diyare. Gulanê her wiha bi lêv kir ku ew neçarin ku ji bo mafên xwe têbikoşin û her wiha daxuyakirin ku wê lêgerîna adeletê bidomînin.