'Li herêmên Rêveberiya Xweser wekhevî û aramî hene'

  • 09:06 13 Tebax 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên Idlibê yên ku li bajaroka Til Rifetê ya Şehbayê bi gelê Efrînê re li ber xwe didin balkişandin ser ewlehî û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser û gotin: "Jiyana di nava çeteyan de nayê tehemûlkirin, ji ber vê me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser ji bo ku em di ewlehiyê de bijîn."
 
Gelên Sûriyeyê ji destpêka şoreşê ve her rastî kiyarên dijmirovî yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve tên. Gelên Sûriyeyê ji ber zilim û zordariya çeteyan dev ji axa xwe berdidin û koçber dibin. Nêzî 30 malbatên Idlibê ji ber zilmê koçî Kantona Efrînê bûbûn, ji bo ku di nava ewlehiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bijîn. Lê bi koçberbûna şêniyên Efrînê ev malbat jî bi şêniyên Efrînê re koçber bûn, bi armanca domandina berxwedana bi welatiyên Efrînê re berê xwe dan bajaroka Til Rifetê ya Kantona Şehbayê û bi cih bûn . Têkildarî mijarê jinên Idlibê nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
 
'Hemû pêkhate wekhev dijîn'
 
Jina bi navê Fatimê Ebd El-Rezaq derbarê sedema koçberbûna wan a ji welatê xwe wiha dibêje: "Bi destpêka şer li herêmên Sûriyeyê êdî rewşa jiyanî li Idlibê dijwar bû û jiyana di nava çeteyan de nedihat tehemûlkirin. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em koçberî herêma Efrînê bûn û derfetê jiyan û kar ji me re ava bûn. Rêveberiya Xweser me di nava xwe de hewand û erdên çandiniyê dan me, ji bo ku em debara malbata xwe bi rê ve bibin. Efrîn cihekî pir ewle bû, lê dewleta tirk ev yek qebûl nekir û bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Efrînê kir. Em nêzî 15 malbatên Idlibê bi şêniyên Efrînê re koçber bûn û li bajaroka Til Rifetê ya Kantona Şehbayê bi cih bûn. Niha li Şehbayê em çandinî û xizmeta erdên xwe dikin. Em niha bi keda destên xwe dijîn û Rêveberiya Xweser jî di hemû aliyan ve alîkarî û piştgiriya me dike. Li Kantona Şehbayê hemû pêkhate wekhev dijîn."
 
'Em 6 salan li Efrînê bûn'
 
Jina bi navê Xedîce Elî jî ji nîştecihên herêma Idlibê ye û niha li bajaroka Til Rifetê dijî wiha got: "Em nêzî 6 salan li Efrînê bûn û piştî êrîşên dewleta tirk em jî bi gelê Efrînê re koçber bûn û li Til Rifetê bi cih bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tu caran ferq û cudahî nexist nava me û şêniyên Efrînê û di hemû waran de alîkariya me dike. Me  xwest em wek şêniyên Idlibê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bijîn, ji ber me tê de ewlehî û aramî dît. Li herêmên di bin kontrola komên çete û dagirkeriya tirk de ye tu aramî û ewlehiya jiyanê li wir nîne."
 
'Rêveberiya Xweser derfetên jiyanî ji me re ava kir'
 
Jina bi navê Hesna Mihemed behsa jiyana li herêmên dagirkerî û herêmên Rêveberiya Xweser kir û wiha pê de çû: "Dema em li Idlibê dijiyan jiyan gelek zehmet bû û dijwar bû. Me berê xwe da Kantona Efrînê ji bo ku dûrî kiryarên komên çeteyên derheqê sivîlan de pêk dianîn, bijîn. Lê bi dagirkirina Efrînê jî em bi gelê Efrînê re koçber bûn. Çiqas derfetên Rêveberiya Xweser kêm bin jî alîkariya sivîlan dike û derfetên jiyanî, çandî û aborî ji wan re ava dike."