‘Divê em bi hev re li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe bidin’

  • 09:05 13 Tebax 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endamên Heyva Sor a Kurd a bajarê Dêrikê ji bo tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê li ber deriyê nexweşxaneyê noqteya kontirolkirinê ji şêniyan re ava kirine. Endamên Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşa belavbûn û tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê wiha gotin: “Ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê ya nexweşên di nexweşxaneyê de me ev pêvajo pêş xist. Bi hêviya her kes rewşa xwe gel me kontirol bike û vîrûsê derbasî mirovên din neke.”
 
Piştî belavbûna Vîrusa Koronayê (Covid 19) a li tevahî cîhanê ku di encama wê de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, tedbîrên girîng li dijî belavbûna wê tên girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Vîrusa Koronayê belav bû û xeteriyeke mezin li ser jiyana şêniyan bi xwe re anî. Heyva Sora a Kurd û hemû taximên tenduristiyê di nava xebatên parastina gel de ne. Li bajarê Dêrikê jî ji bo parastina jiyana nexweşên di nexweşxaneyan de û şêniyên bajêr, Heyva Sor a Kurd li ber deriyê nexweşxaneyê noqteyên kontrolê ava kirine.  Rewşa şêniyên ku diçin nexweşxaneyê berî ku derbas bibin kontirol dike. Têkildarî mijarê Endamên Heyva Sor a Kurd û şêniyên bajêr nêrîna xwe bi me re parve kirin. 
 
‘Armanca me parastina nexweş û şêniyan e’
 
Endama Heyva Sor a kurd Hiyam Ebdo li ser pêvajoya avakirina noqteya kontirolkirinê wiha got: ”Ji destpêka ku Vîrusa Koronayê belav bûye me du konên kontirolê li pêşiya nexweşxaneyê vedane.  Dema  mirov berê xwe didin nexweşxaneyê em destpêkê rewşa wan kontrol dikin berî ku derbas bibin. Ev pêvajo ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê ya nexweşên di nexweşxaneyê de ne gaveke pir girîng e. Di heman demê de jî ji bo şêniyan jî pir baş e. Destpêkê em germahiya laşê wan digirin, em kontroleke giştî dikin. Vedana konê kontirolê yek ji tedbîrên parastina gel a ji vîrusê ye. Bi hêviya her kes rewşa xwe gel me kontrol bike û vîrusê derbasî mirovên din neke.”
 
‘Divê em bi hev re li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe bidin’
 
Jina bi navê Helîma Mîrza jî yek ji şêniyên Dêrikê ye ji bo parastina bedenê û tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê, vê pêvajoyê wiha got: “Tiştekî pir baş e ku mirov berî nexweşî giran bibe rewşa xwe kontirol bike. Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe di xizmeta vê civakê de ye. Em keda wan pîroz dibînin. Li gor vê yekê em jî alîkariyê didin wan ku em bi xwe ji vîrûsê bedena xwe û zarokên xwe biparêzin. Li gor biryarên wan em tev bigerin, em dikarin xeteriya vîrusê ya li ser xwe kêm bikin. Bila her kes li taximên tenduristiyê guhdar bike û di ber civaka xwe de xwedî erk û mîsyon be. Divê em bi hev re li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe bidin.”