ROJEVA 13'YÊ TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 13 Tebax 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Resmiya Husên li ser çêkirina penîrê şor anî ziman ku gelekî bi ekil e û wiha got: "Em gelek cureyên penîrê şor bi destên xwe çêdikin. Em li ser çêkirina penîr û firotina wê dabara malbata xwe dikin." DÎMEN HEYE
 
*Çar hewîrdorê herêmê bi axa dewlemend hatiye neqişandin û bi qasî wê ji xwedî dîrokek kevnareye. Yek ji van cihên ku dikeve di nava hilala zêrîn de Farqîna Amedê ye. Ew bi qele, Pira Mala Badî, Şikeftên Hesûnî, Birca Zembîlfiroş û Minareya Şikestî re dîmenek rewnaq pêşkêş dike. BI DÎMEN 
 
*Îman Ghanem a ku yek ji jinên di bin navê "sunetê" de bi îşkenceya zayendî rû bi rû hatiye hiştin e tîne ziman ku li Misirê tevî ku îşkenceya zayendî qedexe ye û wekî binpêkirina mafan tê dîtin lê hîn jî dewam dike. 
 
*Jinên Idlibê yên ku li bajaroka Til Rifetê ya Şehbayê bi gelê Efrînê re li ber xwe didin balkişandin ser ewlehî û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser û gotin: "Jiyana di nava çeteyan de nayê tehemûlkirin, ji ber vê me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser ji bo ku em di ewlehiyê de bijîn."BI DÎMEN 
 
*Bijîşka bi navê Sena Osman Mustefa ku di nexweşxaneya Ş. Omer Elûş de dixebite da zanîn ku hemû kadroyên tenduristiyê 24 saetan di xizmeta gel de ne û got: "Bi belavbûna Vîrusa Koronayê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me tedbîrên xwe ji bo silameta welatiyan girtin." BI DÎMEN 
 
*Endamên Heyva Sor a Kurd a bajarê Dêrikê ji bo tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê li ber deriyê nexweşxaneyê noqteya kontirolkirinê ji şêniyan re ava kirine. Endamên Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşa belavbûn û tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê wiha gotin: “Ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê ya nexweşên di nexweşxaneyê de me ev pêvajo pêş xist. Bi hêviya her kes rewşa xwe gel me kontirol bike û vîrûsê derbasî mirovên din neke.”BI DÎMEN 
 
*Ligel êrîş û vîrûsa koronayê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ambargo hêj didome. Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzu Îlhan da zanîn wargeh li ser nixên giranbûha hatiye avakirin û got: "Dixwazin pergala ku li wargehê hatî avakirin û têkoşîna ku hatî dayîn bi ambargo û êrîşan lawaz bikin. Em bang li kurdan dikin ku li hemberî lîstokan têbikoşin." BI DÎMEN 
 
*Dîdem Akman li dijî zêdebûna zext û tecrîda li girtîgehan ji bo şerdên jiyana mirovî dest bi rojiya mirinê kiribû. Dayika Dîdemê, Zulfiye Akman têkildarî mijarê wiha got:"Ha te pê li çekê kiriye ku ji bo tu berdî ha tu bêndeg mayî. Bêdengî erêkirina mirinê ye." BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, da zanîn ku îqtîdar dixwaze li gorî xwe modeleke jinê ava bike û got: "Ji ber vê jî bi taybetî destkeftiyên jinan hedef digire. Lê belê bi saya rêxistinbûnên jinan tu encam negirt." BI DÎMEN