Jinan li qadan qala Peymana Stenbolê kirin

  • 08:57 13 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên ku li gelek qadan ji bo Peymana Stenbolê hatin gel hevdu têkildarî naveroka Peymana Stenbolê de agahî dan gel. 
 
Çalakiyên jinan ên li dijî nîqaşa vekişandina ji Peymana Stenbolê ya îktidarê dewam dikin. Li gelek bajarên çalakî lê hatin lidarxistin jinan gotin "Li dijî hemû  êrîşên dixwaze hilma me biçikîne em ê jin bên gel hevdu û ji dijminên jinan hesab bipirsin."
 
Stenbol
 
Endamên rêxistinên jinan ên li Stenbolê broşurên peymanê rave dikin belav kirin. Jinên li Qada Kakedonê ya Kadikoyê hatin gel hevdu broşur ji welatiyên derbas dibûn belav kirin. Jinan dema broşur belav kirin têkildarî Peymana Stenbolê de axaftinên kurt kirin. 
 
Di axaftinan de hat gotin peyman ewlehiya jinê ye û hat gotin divê peyman pêk were. 
 
Mêrsîn
 
Endamên Platforma Jinê ya Mêrsînê li dijî nîqaşên ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê li Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslan hatin gel hevdu û daxuyaniya çapemeniyê dan. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê li ser navê platformê ji aliyê Derya Narli ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha Derya got li dijî hemû  êrîşên dixwaze hilma me biçikîne em ê jin bên gel hevdu û ji dijminên jinan hesab bipirsin.
 
Antalya
 
Endmên Platforma Jinê ya Antalyayê li Qada Attalosê hat gel hevdu û daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de 16 çîrokên cuda yên jinan ji aliyê 16 jinan ve hatin xwendin. Jinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku divê Peymana Stenbolê bi awayekî çalak pê bê.