Jinên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 08:17 13 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Rojnameger Eylem Akdag jî di nav de 30 jinên ku do hatibûn girtin serbest hatin berdan. 
 
Polîsan duh li Enqereyê 30 jinên ku ji bo parastina Peymana Îstanbul çalakî li dar xistin û xwestin "Zincîra Jiyanê" ava bikin, binçav kirin. Polîsan nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag jî binçav kiribûn. Polîsan piştî îfadeya 30 jinan girtin di saetên derengê şevê de serbest berdan. Polîsan bi hinceta li dijî xala 2911'an a li dijî polîsan derketine jin binçav kirin û piştî îfadeyên wan girtin serbest berdan. Jinên dema hatin binçavkirin û bi tundî û lêdana polîsan re rû bi rû man, gotin 'Em muameleya xerab re rû bi rû mane' û îfade nedan polîsan. Piştî lêpirsînê û kontrola tenduristiyê 30 jin serbest hatin berdan. Jinên ku hatin berdan dîsa li pêş nexweşxaneyê wêne û dowîzên xwe vekirin û dirûşma “Peymana Stenbolê dide jiyandin" berz kirin û binçavkirin şermezar kirin. 
 
Jinên hatin berdan wiha ne. “Parêzer Sevinç Hocaogulları, Nebiye Mertturk, Buse Uçer, Aysun Gençtanır, Zeynep Tan, Aylin Kalp, Kardelen Demir, Emel Vural, Yagmur Alaz Gulveren, Gulçin Polat, Sena Bademlî, Parêzer Arzu Kurt, Sude Sivri, Gulbahar Gunduz, Beste Uymaz, Tugba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Zelal Su Degirmenci, Deniz Keles, Îpek Arapoglu, Dicle Paşa, Derman Gulmez, Songul Kurt, Meryem Gonbe, Sibel Goktaş, Rojnameger Eylem Akdag, Fatma Kiliçarslan.”