Xwendekarên 10 zanîngehan: Peymana Stenbolê dide jiyîn

  • 16:56 12 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Ji 10 zanîngehên Tirkiyeyê xwendekar metnekî hevpar weşandin û bal kişandin ser Peymana Stenbolê û gotin: "Peymana Stenbolê dide jiyin û em ê xwedî li peymanê derkevin."
 
Ji 10 zanîngehên Tirkiyeyê xwendekar derbarê Peymana Stenbolê de metneke hevpar weşandin. Di metnê de hat diyar kirin ku xwedi li Peymana Stenbolê derdikevin û diparêzin. 
 
Metna xwendekaran wiha ye: "Em civaka ku jin xwe bi hêz û azad his dike dixwazin. Em her roja nûçeyên kuştina jinê dixwînin. Di xwendina nûçeyê de heke em bêden bin, ev tişt tê wateya hevkariya wê sûcê. Li welat û cîhanê her roj bi dehan jin û LGBTÎ+ ji hêla naskirî an jî biyaniyan ve tên kuştin. Dawiya wê nayê û her roja ku derbas dibe jî zêde dibe. 
 
Lê belê têkoşîna me jî li dijî wê yekê dê bidome. Ligel taciz, tecawiz û îstîsmarê şîdeta fîzîkî, zayendî, derûnî, aborî û dijîtal jî rêbaza ku herî zêde tê bikar anîn ev tiştî jî tê wateya binpêkirina mafên jinan. Peymana Stenbolê ji ber vê girîng e, ji ber ku peyman peywîrê dide hemû sazî û dezgehên dewletê. Zanîngeh jî yek jî wan saziyan e. Em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyin û em xwedî li peymanê derdikevin û diparêzin."