Li Mêrsînê 'nobeta edaletê': Bila daxwazan bi cih bînin

  • 14:49 12 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRSÎN - Parêzeran ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne dest bi "nobeta edaletê" kirin. Parêzeran xwestin daxwazên Ebrû û Aytaç bi cih bên. 
 
Parêzerên li Mersînê “Nobeta Edaletê” digirin, xwestin ku daxwazên hempîşeyên wan Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne bên bersivandin. 
 
Parêzerên endamên Baroya Mersînê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji tebaxê ve li ber Edliya Mersînê ji bo balkişandina ser rewşa hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne ‘Nobeta Edaletê’ digirin. 
 
Parêzer îro dîsa ji bo nobetê li ber edliyeyê hatin gel hev û pankarta “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” ku wêneyên Ebrû û Aytaç jî li serê hebû vekirin. Nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên li bajar jî piştgirî dan nobeta parêzeran û xwestin daxwazên Ebrû û Aytaç bên bersivandin. 
 
Nobeta edaletê bi çalakiya rûniştinê ya demkurt bi dawî bû.