Li Şehbayê 6 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine

  • 10:07 12 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞlO - Desteya Tenduristîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên sibehê de ragihand ku 6 kesên din li Herêma Şehbayê bi Vîrusa Koronayê ketine, hejmara nexweşan digihêje 144 kesî. 
 
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 6 kesên din li Herêma Şehbayê bi Vîrusa Koronayê ketine. Tevî tedbîrên qedexeyê jî  yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine îlankirin,  lê hîn hejmar  bilind dibe. Heya niha tu rêxistinên navneteweyî alîkarî ji herêmê re pêşkêş nekirine. Ev yek metirsiyeke pir mezin bi xwe re dide avakirin, taybet li ser kampên koçberan ên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Hêjayî bi bibîrxistinê ye ku hejmara nexweşên Vîrûsa Koronayê  gihaştiye 144  kesî û ji wan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.