'Dewletên din li hemberî tecrîdê çima bêdeng in?'

  • 09:11 12 Tebax 2020
  • Rojane
Viyan Saîd- Nesrîn Hisen
 
ŞENGAL - Bertek û nêrazîbûnên li hemberî tecrîda li Îmraliyê didomin. Jinên Êzidî di nêrînên xwe de bal kişandin ser bêdengiya dewletên din ên li hemberî tecrîdê û gotin: "Sal bi sal tecrîd tê girankirin û bêdengî jî zêde dibin. Divê gel li dijî tecrîdê rabe ser piyan û bêje êdî bes e!'   
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 7'ê tebaxa 2019'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Herî dawî di nîsanê de cara ewil û dawî bi telefonê bi Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Her wiha Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) jî herî zêde ziyaretên xwezayî li Tirkiyeyê kiriye. Heta niha 22 ziyaretên xwezayî, 7 ziyaretên rûtîn, zêdeyî 30 ziyaretên CPT'ê pêk hatine û rapor hatine girtin. CPT'ê herî dawiyê di 6-17'ê gulana 2019'an de li girtîgehan û Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kiribûn û rapora xwe di 5'ê tebaxê re bi raya giştî re parvekiribû. Di raporê de binpêkirina mafan a li Îmraliyê hat vegotin. 
 
Ligel nîqaşên rapora CPT'ê didomin, bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî zêde dibin. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarê tecrîda li Îmraliyê ji ajansa me re axifîn. 
 
'Dewletên din li hemberî tecrîdê bêdeng in'
 
Endama TAJÊ Meyan Xwededa, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda ku 21 sal in didome û wiha got: "Beranberê tecrîda ku 21 sal in didome, tu dewlet dengê xwe nakin. Em wek jinên Êzidî ya Şengalê tecrîta ku li hemberî Rêber Apo pêk tê meşandin şermezardikin. Ev bêheqiye. Dewletên dagirker ji fikir û hêza Rêber Apo ditirse. Rêber Apo dixwazê gelê ku bindest rizgar bike. Dewleta tirk nahêlê ku malbat û parêzerê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Ev nayê qebûlkirin. Di dema fermanê şagirtên Rêber Apo hatin û me ji destê çeteyan rizgar kirin. Jinên Êzidî dê her tim xwedî li Rêberê xwe derbikevin."
 
'Sal bi salê tecrîdê giran dikin' 
 
Hevseroka Meclîsa Gel a Xanesorê Fehîme Silêman jî tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em wek jinên Êzidî tecrîta girankiriya ya li hemberî Rêber Apo şermezar dikin. Ev 21 sal derbas dibe lê hîn jî tecrîd didome. Li hemberê wê tecrîtê tu dewlet ranebû û nêrazîbûn nîşan nedan. Sal bi salê tecrîdê girantir dikin. Dewleta dagirker ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirse. Em ê xwedî li Rêber Apo derkevin." 
 
'Ji tecrîdê re êdî bes e!'
 
Jina ciwan a bi navê Kînana Dawîd, bal kişand ser bêdengiya dewletan û wiha axivî: "Em wek jinên ciwan ên Êzidî tecrîta ku tê meşandin şermezar dikin. Li hemberî tecrîdê bi giştî bêdengiyek heye. Rêberê me her tim ji bo azadiya gelan têdikoşe. Pêwîste ciwanên kurd ji bo Rêberê xwe rabin ser piyan. Em li hemberî bêdengiya dewletan dibêjin êdî bes e! Gel divê rabe ser piyan û ji tecrîdê bişkîne. Heta ku Rêberê me azad nebe em jî azad nabin."