'Peymana Stenbolê dide jiyîn'

  • 09:08 12 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Bertekên li hemberî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê didomin. Aktîvîsta TJA'yê Deniz Abukan, diyar kir ku heke peyman bê betal kirin dê hejmara kuştina jinê zêde bibe û got: "Ev nîqaş tê wateya ji holê rakirina destkeftiyên jinan. Lê belê em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn."
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê didomin. Bi betalkirina peymanê jin bêtir bê parastin bê hiştin. Li gorî daneyên ajansa me di meha tîrmehê de 35 jin hatin kuştin. Ev tişt nîşan dide ku dê hejmara kuştin û şîdeta li hemberî jinê zêde bibe. Bi salane li Tirkiyeyê Peymana Stenbolê nayê pratîzekirin û niha jî  AKP'ê nîqaşa betalkirina peymanê dike. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Deniz Abukan derbarê mijarê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Denîz, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya Peymana Stenbolê û got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di sala 2002'yan de di doza Nahîde Opuz de Tirkiye mehkûm kir. Cara yekem dewletek di doza şîdeta di nava malê ya li hemberî jinê de ceza girt. Ev tişt bû mînak. Malbat wekî "qada taybet" dihat nirxandin û şîdeta di nava malê de jî rewa dihat dîtin. Ev tişt jî dibû sedema kuştina jinan. Lê biryara DMM'ê rewş guhert."
 
'Bi rêbazên hovanê tên kuştin'
 
Denîz, destnîşan kir ku li her deverê cîhanê jin bi taciz, tecawiz, şîdet û kuştinê re rûbirû dîminin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber çend gotinên mêran a 'em ji ber peymanê mexdûr bûn' divê Peymana Stenbolê neyê betalkirin. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê daxwazên jinan li ber çavan nayê girtin. Li Agiriyê jin tên kuştin, her wiha kuştina Pinar Gultekîn, Emîne Bulut û Ozgecan hêj jî di rojeva Tirkiyeyê de ye. Jinên ku tên kuştin bi rêbazên hovanê tên kuştin."
 
'Divê dewlet berpirsiyariya xwe pêk bîne'
  
Aktîvîsta TJA'yê Deniz, bal kişand helwesta dewletê ya li hemberî kuştina jinan û wiha axivî: "Li dijî kuştina jinê dewlet nakeve nava hewldanan û ev tişt jî dibe sedema zêdebûna kuştina jinan. Divê ji dewletan bê pirsîn dê li dijî kuştin û şîdetê rêyek çawa hatiye bijartin. Em baş dizanin ku heke Peymana Stenbolê bê betalkirin dê hejmara kuştina jinan jî zêde bibe. Dewletên ku îmzeyên wan di peymanê de hene divê berpirsiyariya xwe pêk bînin." 
 
'Ji bo betalkirinê hîncetan nîşandidin'
 
Deniz, diyar kir ku ji bo betalkirina Peymana Stenbolê îqtîdar gelek hincetan nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gotina wekî 'Jin û mêr ne wekhevin' û nîqaşên zewacê ya li ser bedena zarokên 9 û 10 salî bi taybetî li ser tarîqatan pêk tê. Heke li dijî wê yekî polîtîkayeke me tune be dê jiyan û siyaset bi vî rengî bimeşe. Zarok, jin û heywan dê bi taciz, tecawiz û şîdetê re rûbirû bimîne."
 
'Dê têkoşîn bidome'
 
Denîz, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan û got: "Di qanûnê 6284'an de gelek xal hene ku parastina jinê dike. Em gelek caran banga pratîzekirina Peymana Stenbolê dikin. Em hêj li ser têrnekirina qanûna 6284'an disekînin, niha jî nîqaşên ji holêkarina destkeftiyên jinan tê kirin. Em mafên ku niha heyî jî çend qels bê jî wekî destkeftiyekî dinirxînin. Di vê peymanê de xwîna Emîne Bulut, Pinar Gultekîn heye. Xwina her jina ku hatî qetilkirin heye. Ji ber vê jî divê siyaset li dijî wan pêkanîna di nava helwestekî de bin. Em wekî aktîvîsta tevgera jinan û Meclîsa Jinan a HDP'ê vê mijarê sereke dibînin. Em li dijî şîdet, îstîsmar, kuştin, taciz û tecawizê têkoşîna xwe bidomînin û xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn."