'Xwîn jê kişiyabû û spîçolkî bûbû'

  • 09:05 12 Tebax 2020
  • Rojane
Filiz Zeyrek 
 
EDENE-Dayika Salîh Şimşek ê ku ev 24 sal in di girtîgehê de ye û pirsgirêkên wî yên girîng ên tenduristiyê hene, Turkan Şimşek banga hestiyariyê ya ji bo girtiyên nexweş kir. Turkanê got:"Xwîn jê kişiyabû û spîçolkî bûbû."
 
Piştî Vîrusa Koronayê (Covid-19) binpêkirina mafên li girtîgehan zêde bûn. Li girtîgehên hevdîtinên heftane hatin rakirin rewşa girtiyên nexweş xetertir dibe. Pirsgirêkên tenduristiyê yên girîng ên Salih Şimşek ê ku ev 24 sal in di Girtîgeha Tîpa E ya Elistana Maraşê dimîne, hene. Dayika Salih, Turkan Şimşek anî ziman ku ew rewşa lawê xwe yê ku bi salane nedîtiye meraq dike. Turkanê bang li raya giştî kir ku têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehan hestiyar tev bigere.  
 
'Tedbîr kêm in, girtî alavên paqijiyê bi xwe digirin'
 
Turkanê da zanîn ku ew ji ber Vîrusa Koronayê nikarin biçin hevdîtinê û wiha got:"Lawê min ketibû greva birçîbûnê ya ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 7'ê Mijdara 2018'an de dest pê kiribû. Piştî grevê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî di lawê min de çêbûn. Di cegera wî de pirsgirêk heye. Li girtîgehan binpêkirina mafan heye lê belê dewlet ji vê yekê re çavên xwe digire. Gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan ne baş hene. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. "
 
'Ez wî û hevalên wî meraq dikim'
 
Turkanê da zanîn ku ji ber Salih dest bi greva birçîbûnê kiribû pê re kêmasiya vîtamînê çêbûbû û wiha got:"Ez lawê xwe û hevalên wî gelekî meraq dikim. Ji min dibêje 'Dayê ez û hevalên xwe em baş in tu meraq neke'. Lê ez dayik im ez dizanim ji bo ez li ber nekevim wiha dibêje. Di nava çar dîwaran de ma mirovê çawa baş be. Berî Vîrusê dema min ew dît pir kîlo dabû. Xwîn jê kişiyabû û spîçolkî bûbû."
 
'Ji ber Vîrusa Koronayê jiyana zarokên me di nava talûkeyê de ye'
 
Turkanê da zanîn ku li Girtîgeha Elbîstana Meraşê 2 koguşên siyasî hene û li her koguşekê 12 kes dimînin û wiha got:"Hefteyê carekê yan jî du caran tenê alavên paqijiyê tên dayin. Dibêjin tenê hefteyê carekê koguş tê dezenfektekirin. Ev têr nake. Dema têr nake jî ew bi xwe ji kantînê bi buhayekî zêde alavên paqijiyê digirin. Gardiyan ji derve tên û rojê gelek carî dikevin koguşan. Ev jî dibe sedema rîska belavbûna vîrusê. Ji ber Vîrusa Koronayê jiyana zarokên me di nava talûkeyê de ye Divê demildest tedbîrên pêwist bên girtin. Em wekî malbat gelekî bi fikar in."
 
'Ew ê zarokên me tu carî serî netewînin'
 
Turkanê bi lêv kir ku Salih di nava 24 salan de gelek carî hatiye sirgunkirin û wiha got:"Ji bo em bi rehetî biçin hevdîtina Salih em ji Stenbolê hatin Edeneyê. Êdî bes e. Ew ê heta kengî ev zext bidomin? Em serî natewînin. Zarokên me jî tu carî serî natewînin. Hûn çi dikin bikin em ji doza xwe ya mafdar gavê paşde navêjin. Ev zarokan ji ber ku bêrûmetiya hûn li ser wan ferz dikin qebûl nakin vê mameleyê dibînin. Lê em ê li gel zarokên xwe bin. Em ê piştigiriya ji bo zarokên xwe bidomînin. "