‘Ez dayika sê pakrewana me û têkoşîn bingeha jiyana min e’

  • 09:03 12 Tebax 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hîlale Dekduk a 68 salî li dijî hemû şerd û mercên jiyanê yên zor û  hişmendiya civakê têkoşîna xwe dewam dike derbarê serpêhatiyên jiyana xwe de wiha dibêje: "Min di 54 salên temenê xwe de  gelek ked, têkoşîn daye û berhem afirandiye. Heta niha jî ez bi hêz li ser piyên xwe disekinim û êşên xwe bi riya dengbêjiyê derman dikim."
 
Dayik hemû bingehên avaker yên civakê ne. Di dirêjahiya çîrokên jiyana wan de gelek tecrube û dîrokeke dewlemend heye.  Ji bo ku derfetên jiyanê ji zarokên xwe re peyde bikin temenê xwe feda dikin.  Tevî hemû şerd û mercên dijwar yên jiyana wan nexşeya pêşerojê bi kedeke mezin xêz dikin. Dayika bi navê Hîlale Dekdûk (68) li gundê Selalwa yê Bakurê bajarokê Sirînê dijî. Li dijî hemû zehmetiyên jiyanê, adetên civakê yên paşverû, hişmendiya serdest û zayendperestiyê têkoşîn kir.  Ev dayik sê zarokên wê di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kirin û bi gotina stranan êşên xwe li hev dipêçe. Hîlaleyê têkildarî serpêhatiye jiyana xwe de axivî. 
 
‘Min bi tenê 10 zarokên xwe xwedî kirin’
 
Hîlaleyê di destpêka gotina xwe de li ser çîroka jiyana xwe  axivî û wiha pê de çû: "Ez di malbateke dilnizim û xwedî ked de mezin bûme. Li gor urfên civakê yên wan deman ez di 14 saliya xwe de zewicîme. Di temenkî biçûk de min zarok anîn û berpirsyartiya  jiyanê min girt ser milê xwe. Min 10 zarok anîn dinê. Dema ku hevjînê min çû ser dilovaniya xwe min bi tena xwe berpirsyartiya zarokên xwe rakir. Ez ji zarokên xwe re dayik û bav bûm. Ji bo peydakirina pêwîstiyên wan yên jiyanî min cot, çandinî, palehî  û her kar di jiyanê de kir. Barê min giran bû û jiyan jî zehmet bû."
 
‘Hişmendiya civakê ji têkoşîna min re nebû asteng’
 
Hîlaleyê bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû hatine û wiha çîroka xwe domand: "Rakirina berpirsyartiya 10 zarokan pir zehmet û dijwar bû. Li gel van zehmetiyan, mêzekirina  civakê jî rola xwe  di girankirina barê min de lîst. Civaka me di aliyê hişmendiyê de pir teng difikire, lê tenê armanca min ew bû ku ez hewcedarî tu kesî nebim . Derketina jinan ji malê û karkirin li derve qebûl nedikirin. Lê zîhniyet, bêbextî û axaftinên civakê ji min re nebûn asteng ku ez zarokên xwe xwedî bikim. Min têkoşîna xwe berdewam kir heta ku min zarokên xwe mezin kirin. Min  ji wan re mal ava kirin û ew zewicandin. Tevî ku hemû mezin bûne jî hîn jî ez berpirsyartiya wan radikim. Zarokên min jî li min miqate ne û ji gotina min dernakevin."
 
‘Çeteyên DAIŞ’ê kurê min revandin’
 
Di domandina axaftina xwe de Hîlaleyê behsa êşa ku ji çeteyên DAIŞ'ê dîtiye kir û ev tişt got: "Piştî ku min zarokên xwe mezin kirin min got qey ez ê êdî jiyaneke asayî û rehet bijîm.  Lê felekê careke din bayê xwe li min da û di oxira xwe de 2 zarok û neviyekî min bi xwe re bir. Çeteyên DAIŞ'ê di Adara 2014'an de êrîşî bajarokê Sirînê kirin, bi kiryarên xwe  yên hovane tirs li ser gelê wê ferz kirin. Piştî çend rojan ji dagirkirina Sirînê, çeteyan mala kurê min yê mezin Mihmed Mûsa (45) ku ew bavê 6 zarokan e dorpêç kirin û ew revandin. Vê carê êşên ku min di jiyanan xwe de dîtine li hember vê êşê hêsan bûn. Li ser kurê xwe ez pir diqeherîm."
 
‘Bi hêviyên vegera kurê xwe ez dijîm’
 
Hîlaleyê bi dilekî xemgîn qala çîroka qetilkirina kurê xwe kir û wiha dibêjê: "Dema ku çeteyên DAIŞ’ê kurê min birin, ez li pey kurê xwe ketim. Min berê xwe da baregeha çeteyan û bi hevjîna kurê xwe re ez lê digeriyam. Çeteyan destpêkê digotin ne li gel me ye, paşê jî ji me re gotin ku ew qetil kirine. Hin kesan ji min re gotin ku laşê wî li dibistaneke di Minbicê de ye. Min berê xwe da wir gelek laş hebûn, lê min laşê kurê xwe nedît. Ji ber heya niha min laşê wî nedîtiye, ez ser hêviya vegera wî dijîm."
 
‘Zarokên min tola Mihemedê min hildan’
 
Hîlaleyê di dirêjiya  axaftina xwe qala qehremaniya  herdu zarokên xwe yên din kir û wiha pê de çû: "Piştî vê bûyerê em koçberî Reqayê bûn û dema ku Sirîn rizgar bû em dîsa vegeriyan. Bi vegera me re kurê min û neviyên min derbasî  nava refên QSD'ê bûn. Ji bo ku tola Mihemed hilînin cihê xwe di hemleya rizgarkirina Reqayê de girtin. Di hemleyê de neviyê min Ehmed şehîd bû. Dayika Ehmed jî jiyana xwe ji dest dabû û min ew mezin kir. Paşê bi du meh û nîvan, piştî ku Reqa rizgar bû bi çend rojan di encama êrîşên şaneyên razayî yên DAIŞ'ê de kurê min Qasim jî ku bavê du zarokan e şehîd bû. Ez ser qehremaniya wan ne xemgîn im û ev ji bo min tolhildana Mihemedê min bû.  Ez dayika sê pakrewana me, berdewamiya têkoşîna wan esasê jiyana min e." 
 
‘Bi gotina stranan birînên xwe derman dikim’
 
Hîlaleyê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya zarokên xwe da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez serbilind im ji bo vê dozê min sê zarok dan. Ez êşên xwe di dilê xwe de dibêjim. Zarokên min di oxira parastina vî welatî de canê xwe feda kirin. Ez her tim bi riya dengbêjiyê hestên xwe yên xemgîn tînim ziman û birînên xwe derman dikim. Lê ez dev ji têkoşîna xwe jî bernadim. Ez dayika sê pakrewana me û têkoşîn bingeha jiyana min e."