Li Girtîgeha Jinê ya Amedê Vîrusa Koronayê hat tespîtkirin

  • 14:05 11 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Li Girtîgeha Jinê ya Amedê kesek bi Vîrusa Koronayê ket. 
 
Li Girtîgeha Jinê ya Amedê kesek bi Vîrusa Koronayê ket. Girtiyan bi rêya hevdîtina bi telefonê anîn ziman ku jineke girtî bi Vîrusa Koronayê ketiye. Li gor agahiyên malbatan dan girtî gazinan ji tedbîra kêm a rêveberiya girtîgehê dikin. Her wiha girtiyan diyar kirin ku îhtimala ew jî bi Vîrusa Koronayê bikevin heye.