Jinek û zarokek din li Efrînê hatin qetilkirin

  • 13:05 11 Tebax 2020
  • Rojane
EFRÎN - Jina bi navê Gulê Xelîl Ferec li Efrînê ji aliyê mêrê ku pêre zewicî ve hate qetilkirin.
 
Piştî êrişên li ser Efrînê yên dewleta tirk û komên girêdayî wê her roj kiryarên nemirovî li Efrînê diqewimin. Her roj revandin, îşkence, dizî û talankirina şûnwarên Efrînê diqewimin. Jina bi navê Gulê Xelîl Ferec a ji bajarê Kobanê ye, dayika 3 zarokan e û temenê wê ne diyar e. Gulê ev bû demek dirêj li gundê Dêr Siwan a navçeya Şera ya Efrînê bi malbata xwe re dijî.  
 
Li gor çavkaniyên herêmî ragihandin ku Gulê dixwaze derbasî navenda Efrînê bibe û  ji aliyê mêrê ku pê re zewicî yê bi navê Mulazim Şêx Elî yê ji Kobanê ve tê qetilkirin. 
 
Her wiha zarokek 12 salî  navê wî nayê zanîn ew jî hatiye qetilkirin û ev zarok kurê Fûad Berazî ye, lê sedema qetilkirinê zarok nayê zanîn.