Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:34 11 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Ûysal, Mazlum Dinç, Cengiz Yurekli û Faik Ozgur Erol, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22'yê gulanê, 12-18'ê hezîranê û herî dawî jî di 7'ê tebaxa 2019'an de, karibûn hevdîtinê pê re bikin.