‘Xwedî li goristanan derkevin, zarokên me ne bê xwedî ne’

  • 09:30 11 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Goristana Sîsê ya Licê ku çend caran bi êrîşê ve rûbirû ma û herî dawiyê jî ji ber şewata ku li Licê pêk hatibû hat texrîb kirin. Malbatan li ser van êrîşan bertek nîşan dan û gotin: “Em kengê bixwazin serlêdana goristanên xwe bikin, rastî texripkirina goristanan tên û kezeba me dişewite. Çi doza hestiyên me dikin ku ewqas êrîşê li gorên me dikin.”
 
Goristana Sîsê ya Licê ku çend caran bi êrîşê ve rûbirû ma, herî dawiyê jî ji ber şewata ku li Licê pêk hatibû texrîb bû. Her wiha kevirên goristanan jî tên şikandin. Malbatên ku ji bo Cejna Qurbanê çûn serdana goristanan rastî gorên ku hatine şewitandin hatin. Piştî Cejnê 9’ê tebaxê de dîsa malbatan çûn li ser goristanan û wê demê ji bo paqijî û nû kirina goristanan çûn. Malbatan ligel zêmaran kevirên gorên zarokên xwe nû kiribûn. Malbatan li ser van êrîşên goristanan axivîn.
 
Asiye Kilinç ku gora kurê wê hatiye şewitandin destnîşan kir ku şewitandina goristanan li tu dere tune ye û got: “Goristanên me şewitandin, zilma xwe her ku diçe zêdetir dikin. Çi ji hestiyên zarokên me dixwazin. Ji hestiyên zarokên me jî ditirsin. Dizanin ku cihê şervana ne dibêjin qey dîsa radibin bi wan re şer dikin.”
 
‘Êdî bi miriyan re jî şer dikin’
 
Hevseroka Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Şêwirmendiya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) Yuksel Almas jî anî ziman ku armanca êrîşkirina goristanan bi şerê taybet tê meşandin û wiha axivî:  “Di vê têkoşînê de heya niha bi zindiyan re şer kirin û dizanin ku ser neketin. Ya niha jî asta ku ketine, asta wan a binpêkirin û qedandinê ye. Hem di aliyê şer encamek nekarîn bidest bixe hem jî di aliyê siyasetê de heman rewşê dijîn. Êdî siyaseta wan qediyaye. Tirkiye wisa ketiye di nav aloziyan ku niha bi miriyan re jî şer dike. Em dixwazin serlêdanên goristanên xwe bikin lê dema em çûn li ser goristanan dilê me diêşe. Lê divê ne tenê dilê malbatan bişewite divê dilê hemû mirovatiyê biêşe. Ka çawa mirov bi miriyan şer bike. Ji ber vê gavî em ji hemû mirovan re bang dikin ku bila êdî li dijî vê hovitiyê dengên xwe derxînin. Bila vê tişta ku li dijî mirovatiyê ye qebûl nekin.”
 
‘Xwedî li goristanan derkevin’
 
Almas berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê xwedî li goristanan derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyekî de paqijiya goristanan tê kirin. Ji aliyekî din de jî êrîşan li ser goristanan tê kirin. Kepçe didin binê gorên me û bi wî awayî gorên me ji binê erde radikin, hestiyan ji wê derxînin. Bi mehan û salan li ser navê DNA’ê welatên din de digerînin. Bi wî awayî îşkenceyê li malbatan dikin. Ger ku li ser van êrîşên hovane dengekî bilind neye dayîn wan êrîş dê li ser hemû goristan û mirovatiyan re be. Ji ber ku di heman demê de wan sûcên, mirovatî, bê exlaqî û bê hiqûqî ye. Em dixwazin hemû malbat xwedî li goristanên xwe derkevin. Divê em tu gorek bê xwedî nehêlin. Ji ber ku tu kes ne bê xwedî ye.  Li dijî vê mirovatiyê bila dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Em kengê goristanên xwe tên dibînin kezeba me dişewite’
 
Munevver Pasîn jî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Hûn doza çi li ser me dikin. Em her kengê tên goristanên xwe dibînin kezeba me dişewite. Em tu tişt ji we naxwazin ku hûn zilma xwe li ser me naqedînin. Ewqas ji xwe re dibêjin misilman lê di misilmantiyê de şewata goristanan tune.  Çima ewqas ji me ditirsin. Me neçûye welatê wan talan nekiriye. Em tenê li ser ax û warên xwe nin. Kevirên goristanan nayê şikandin, goristan nayê şewitandin.”
 
‘Divê tu kurd li hemberê van êrîşan bêdeng nemine’
 
Rabîa Tekîn jî axivî û diyar kir ku armanca dewletê ew e ku  dixwaze di her aliyê de kurdan tune bike. Rabîa wiha berdewam kir: “Hemû daristanan şewitandin, di nava daristanan de gelek ajal jî hatin şewitandin. Hem xwezayê me tune dikin hem jî goristanên me dişewitînin. Xwendin û nivisandina min tune ji ber vê min qurdeleyek sor li gora kurê xwe girê dabû ku dema ez hatim gora wî nas bikim. Carinan ditirsim ku wê qurdeleyê jî ji wê bibin. Çi doza miriyan dikin! Heya ku Gelê Kurd sax be welleh dev ji doza xwe bernadin. Lê wê doza xwe re berdewam bikin. Dewlet ewqas li ser me zilman pêk tîne lê em dîsa jî dev ji doza xwe bernadin. Ji ber ku em mafdarin û heya em mafên xwe bidest bixin em ê têkoşîna xwe re berdewam bikin. Divê tu kurd li hemberê van êrîşan bêdeng nemine. Xwedî li doza xwe û goristanên xwe derkevin.”