Di doza tecawizê de sê sal in encam tune ye

  • 09:04 11 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Y.T ku tecawizê meta xwe ya nabihîze kir û bi raporên ji nexweşxaneyên girt yên weke ‘hiş ne li serî ye’ hat ispatkirin ku ‘ehliyeta cezayî tam e’ sê sale ji doza tê darizandin encamek nehatiye girtin.
 
Li navçeya Erxenî ya Amedê mêrê bi navê Y.T di 2017’an de çû mala meta xwe ya bi navê K.T ya nabihêze û tecawizê wê kir. Piştî dayika K.T tecawiz ferq kir, gumanbarê tecawizê hat binçavkirin. Gumanbar ji aliyê Dadgerhiya Cezaya Sulh a Erxeniyê ve hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Erxeniyê di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de îdianame temam kir û der barê gumanbar de ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ ji 5 salan heta 10 salan ceza xwest. 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îdianame qebûl kir û dest bi darizandinê kir. Gumanbar di sê salên hat darizandin de tecawiz red kir û îdia kir ku hişê wî ne li serê wî bûye û tehliyeya xwe xwest.
 
Nexweşxaneyê îfadeyên Y.T derew derxist
 
Li ser îdiaya Y.T û parêzerê wî heyeta dadgehê ji Nexweşxaneya Nexweşî û Tenduristiya Rûh a Xerpêtê qeydên der barê dermankirinê de xwest. Nexweşxaneyê di 2018’an de rapor amade kir û bersiv da daxwaza heyetê û diyar kir ku Y.T li nexweşxaneyê nehatiye dermankirin di 2016’an de li ser piyan teşhîsa ‘xerabûna disosyal’ danî û li ser piyan dermankirina wî hatiye kirin û der barê razana wî de tu belge tune ye.
Piştre heyeta dadgehê di Adara 2018’an de ji bo berpirsyariya cezayî ya Y.T heye an tune bê tespîtkirin biryar daye ku sewqî Saziya Tipa Edlî bê kirin. Daîreya Îhtîsal a Çavdêriya Saziya Tipa Edlî Y.T xist bin dermankirinê û rapor amade kir. Y.T li Nexweşxaneya Nexweşiya Sînir û Ruh a Bakirkoyê hat razandin û di forma nirxandinê de hat gotin ku gumanbar xerabûna tevgerê nîşan nedaye.
 
Di rojên borî de rûniştina 13’emîn da dozê hat dîtin. Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Y.T da. Doza sê sale didome carek din ji bo kêmasiyên dosyayê bên çareserkirin hat taloqkirin.