Akademiya Aborî û Civakî: Em dixwazin zanîn, zanîst bigihêje hemû kesan

  • 09:02 11 Tebax 2020
  • Rojane
AMED -  Rêvebera Komeleya Jiyana Nû Dîlan Guvenç, diyar kir ku armanca komeleyê ew e ku ji bo mirov bigihêjin mafên xwe yên bingehîn xebatan dikin û got: "Em dixwazin zanîn, zanîst bigihêje hemû kesan û herî zêde jî dixwazin bigihêje jinan. Ji ber ku em naxwazin zanîst bi hişmendiya mêran bidome. Bi hişmendiyekê azad û bi rastiya heqîqetê em ê bidin fêm kirin."
 
Komeleya Jiyana Nû bi armanca jiyanek bi rûmet û mafên bingehîn a mirovan di sala 2018’an de hat damezirandin. Komele, bi semîner û panelan xebatên xwe ya perwerdehiyê heta îro bi awayekî rêk û pêk meşandin e. Semînerên Perwerdehiya Serdema Havînê ya Akademiya Aborî û Civakê ya ku ji aliyê Komeleya Jiyana Nû ve bi piştgiriya Bernameya Matra Keyaniya Hollandiyan ve hatiye saz kirin, di 20’ê tebaxê de wê dest pê bike. Semîner dê bi kurdî û tirkî pêk bê û ji aliyê kesên ku di beşên xwe de pispor in bi awayekî dîjîtal tevlî bibin û perwerdeyê bidin. 
 
Rêvebera Komeleya Jiyana Nû û Dîlan Guvenç, di nava ekîba akademiyê de cih digire, derbarê xebatên komeleyê û  Akademiya Aborî û Civakî de axivî. Dîlan diyar kir ku armanca komeleyê ew e ku ji bo mirov xwe bigihînin mafên xwe yên bingehîn xebatan dikin û got: “Em di vê komeleyê de ji bo mafên bingehîn cûr bi cûr xebatan dikin. Di sala 2019’an de me panelek li dar xistibû. Panel jî li ser mijara zarokên ku di temenê piçûk de tên zewicandin bû. Bi  mijarê me xwest di nava gel de hişmendiyekê li hemberê zewaca zarokan ava bikin. Em di vê komeleyê de bi piranî xebatên civakî pêk tînin.”
 
'Di akademiyê de 5 mijarên sereke hene'
 
Dîlan anî ziman ku zanistek bê civak bê wate dimîne û axaftina xwe wiha dom kir: “Wekî tê zanîn gelek akademî niha bi sînor in ango di avahiyan de xebatên xwe dimeşînin û xwe nikarin bigihêjin civakê. Zanîstek bê civak jî bi ya me bêwate dimîne. Bu wî awayî armanca me ya herî sereke ew e ku bi Akademiya Aborî û Civak, akademiyek azad û serbixwe pêk bînin. Di vê akademiye de 5 mijarên sereke me diyar kirin. Wekî aborî- fînans, zanistên sirûştî û mirovî, li ser azadiya jinê û civakê, li ser mafên mirovan û herî dawî jî li ser mafên tenduristiya civakê perwerdehî tên dayîn.”
 
'Piştî semîneran belgeya beşdarbûnê dê bê dayîn'
 
Dîlan di axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna semînerê û diyar kir ku beşdarvanên ji bo semînerê baş bûye û wiha berdewam kir: "Kesên ku di serdema biharê de nekaribûn tevlî bibin di serdema havînê de dikarin serlêdanên xwe çêkin. Me serdema biharê de 13 û yên havînê de jî 16 mijar diyarkirin bûn. Serlêdana semîneran heta 20’ê tebaxê wê berdewam bike. Kesên ku dixwazin beşdar bibin li ser malpera Jiyana Nû dikarin serî lê bidin. Piştî semîneran kurteazmûnek biçûk bê kirin û dê belgeya beşdarbûnê bê dayîn."
 
‘Em naxwazin zanîst bi hişmendiya mêran bidome' 
 
Dîlanê destnîşan kir ku naxwazin zanist bi hişmendiya mêran bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdema biharê de me xwest em tax bi tax, kolan bi kolan wan semîneran bidin. Lê ji ber sedema pandemiyê me taloq kir. Loma me xebatên semînerên xwe bi awayekî dijital da ku bigihêje hemû kesan pêk anî û niha jî xebatên me bi vî rengî didome. Em dixwazin zanîn, zanîst bigihêje hemû kesan û herî zêde jî dixwazin bigihêje jinan. Ji ber ku em naxwazin zanîst bi hişmendiya mêran bidome. Bi hişmendiyekê azad û bi rastiya heqîqetê em ê bidin fêm kirin. Kesên ku wan semîneran temaşe kirin bila xwe di vê akademiye bibînin. Dema me îstatiskên beşdervanan derxist ji wan ji sedî 46 jin, ji sedî 51 mêr û ji sedî 3 jî kesên ku zayendiya xwe diyar nekiribûn tevlî bûn. Ew dane ji bo me serfiraziyek bû. Ji ber ku em wekheviya zayendan diparêzin. Beşdervanên me jî bi vî rengî tevlî bibûn. Ji bo vê jî em xebatên xwe dixwazin li ser wan esassan çêkin.”
 
'Em dixwazin rengê jinê di akademiyê de bidin xuyakirin'
 
Dîlanê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku taybetmendiya vê akademiye ew e ku bi sê jinan xebat te birêveberin û wiha axivî: “Me xwest akademiyek bi rengî ya jinê bê avakirin. Her wiha em dixwazin zanistiya jinê bê xuyakirin. Jin rastiya civakê ye, mafê jinê ya ku tê tune kirin em dixwazin bi hişmendiyeke azad û ji nû ve li ser azadiya jinê derxin holê. Ev xal ji bo me gelek girîng e. Heta jin azad nebe em di civakek azad de najîn. Em di vê baweriyê de nin. Ez jî wek jinek diwazim divê her jin zanîna xwe lê zêde bike."