Platforma Jinan a Dêrsimê êrîşkar Ozdal Balo deşîfre kir

  • 17:27 10 Tebax 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsimê ji bo piştevaniya jina ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma daxuyaniyek da û êrîşkar Ozdal Balo deşîfre kirin. Jinan diyar kir ku li dijî her cûreyên şîdet û êrîşên zayendî dê li cem xwişkên xwe bin û gotin: "Li vî bajarî jin ne bi tenê ne. Em ê bi hêza rêxistinbûnê li dijî tecawizkar û êrîşkaran têbikoşin."
 
Di 23'yê tîrmehê jinek bi taciza kardêr Ozdal Balo re rûbirû ma. Platforma Jinan a Dêrsîmê derbarê mijarê de daxuyanike da. Her wiha jinan di daxuyaniyê de wêneyên Ozdal Balo weşandin û Ozdal deşîfre kirin. Jinan di daxuyaniyê de gotin "Em bêdeng nabin û deşîfre dikin". 
 
Di daxuyaniya platformê de behsa Peymana Stenbolê hat kirin û hat diyar kirin ku li Dêrsîmê hejmara êrîşa zayendî û şîdeta li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kesên ku qala ji holê rakirina Peymana Stenbolê dikin divê baş bizanin ku li vî welatî mêr bi hêza serdestiya mêr êrîşên xwe didomîne."
 
'Em cih nadin tecawizkar û êrîşkaran'
 
Di daxuyayaniya platformê de bûyera êrîşa zayendî wiha hat gotin: "Di 23'yê tîrmehê êvarê li taxa Sienkê, jina ku li kafê dixebite bi êrîşa zayendî ya kardêr Ozdal Balo ve rûbirû ma. Pişte jî hat tehdîtkirin. Piştî ku hevala me gilî kir Ozdal Balo ji holê winda bû. Lê belê mêrên malbata Ozdal jina ku bi êrîşê re rûbirû mayî tehdît kir ku giliyê xwe paşve bikêşîne. Ji jinê re gotin 'Em nahelin ku tu li vî bajarî bijî'. Lê belê em jî dibêjin ku li cihên ku jin bi hêzin li vir em cih nadin tecawizkar û êrîşkaran. Kesên ku bi azad û wekhev bijîn jî em in." 
 
'Bijî têkoşîna piştevaniyê'
 
Daxuyaniya Platforma Jinan a Dêrsimê wiha bi dawî bû: "Li Dêrsimê di demên dawiyê de li hemberî jinên ciwan êrîş zêde dibin. Divê bê zanîn ku jinên ciwan ne bê parastin in. Em ê li dijî her cûreyên şîdet û êrîşên zayendî li cem xwişkên xwe bin. Li vî bajarî jin ne bi tenê ne. Em wekî Platforma Jinan a Dêrsimê bi hêza xwe dê li cem jinan bin. Em ê bi hêza rêxistinbûnê li dijî tecawizkar û êrîşkaran têbikoşin û bijî têkoşîna piştevaniyê."