SES: Li Enqereyê 50 hezar mirov bi vîrûsê ketin

  • 14:48 10 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Têkildarî rewşa vîrûsa koronayê ku li Enqereyê belav bûye Şaxa SES'ê daxuyaniyek da û da zanîn ku li bajêr hêjmara mirovên bi vîrûsê ketin ji 50 hezarî derbas kir û li nexweşxaneyan cih nemaye. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê, têkildarî rewşa vîrûsa koronayê (Covid-19) ku li Enqereyê belav bûye daxuyaniyek nivîskî parve kir. Şaxa SES'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li Enqereyê hêjmara nexweşên şawba Covît 19, 50 hezar derbas kir û li nexweşxaneyan cih nemaye.
SES'ê ji welatiyan xwest ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin. 
 
SES'ê bi sernavê “Di eniya Covid de tu guhertin tune. Em xelas dibin" daxuyanî da û got: "Yek ji bajarên hêjmara nexweşan zêde dibe û cih li nexweşxaneyan nabîne Enqereye ye. Daneyên Wezîr mirovan dixapîne. Li gelek welatên cîhanê qala pêla duyemîn dikin. Lê li welatê me hêj hêjmarê bi hezaran nîşan didin. Li bajarê me beriya pandemiyê kesên ji bo li nexweşxaneyê tedawî bibin mehê 3 milyon kesan serî li nexweşxaneyan didan. Lê di 3 mehên dawî de hêjmar daketiye 600 hezar mirov. Piştî meha gulanê bi 800 hezarî dest pê kir û dîsa bi lez zêde bû. Piştî şewba vîrûsê rêjeya tijîbûna doşekên Venêrtina Zêde ji sedî 75 bû. Lê îro li hin nexweşxaneyan cihê nexweşan nemaye." 
  
Şaxa SES'ê da zanîn ku li nexweşxaneyan niha nêzî 3 hezar û 500 nexweş hene û hêjmara nexweşên Covid-19 yên venêrtina lezgîn 200 kes in. Heta niha li Enqereyê kesên testa wan posîtîf derketine 50 hezar mirov derbas kiriye. Li gorî daneyên Hekîmtiya Malbatan ji 3 kesan 2 kes testa wan pozitif derdikeve. SES'ê da zanîn ku li gelek nexweşxaneyan cihê nexweşan nemaye. SES'ê ji welatiyan xwest ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin û xwe biparêzin.