Ji bo Ebrû û Aytaç ketin grevê

  • 13:56 10 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRSÎN – Li Mersînê 2 parêzer ji bo piştgiriya hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiyê mirinê de ne ketin greva birçîbûnê. 
 
Parêzerên endamê Baroya Mersînê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji bo balê bikişînin ser rewşa hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiyê mirinê de ne, li ber Edliya Mersînê hatin gel hev. Parêzerên ku li vir “Nobeta Edaletê” pêk anîn, pankarta “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” ku wêneyên Ebrû û Aytaç li ser hebû vekirin.
 
Nûnerên rêxistinên sivîl ên li bajar jî piştgirî dan parêzeran. Di çalakiyê de dûrişmeya “Ebrû û Aytaç rûmeta me ne” hatin berzkirin. Parêzeran daxwaz kir ku daxwazên hempîşeyên wan bên qebûlkirin. 
 
Piştî axaftinan parêzeran çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê Parêzer Sabahat Gençtarîh û Mehdî Zana Akkaya ragihandin ku dê ji bo piştgiriya Ebrû û Aytaç di çalakiya greva birçîbûnê de bin û ji bo çalakiyê derbasî Baroya Mersînê bûn. Li vir dest bi greva birçibûnê kirin. Çalakiya parêzeran dê hat saet 18'an bidome.