Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kir

  • 13:25 10 Tebax 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li herêma Firatê bi daxuyaniyekê bang li jinan kir ku li dijî zilm û xwekuştinê bila beşdarî xebatên rêxistina têkoşîna  li hember zihniyeta baviksalarî bibin.
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya herêma Firatê bi armanca şermezarkirina qetilkirin û xwekuştina jinan a li herêmê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna dehan ji jinên Rêxistina Sara, Kongreya Star û partiyên siyasî li qada jina Azad a Kobanê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara Medlên Şêx Xidir ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em weke Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jin van kiryarên hov û dijexlaqî bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû civakê dikin ku li hember zihniyeta baviksalarî serî hilde. Em wekî jin naxwazin ji aliyê bav, bira û merê em pê re zewicîne bên kuştin. Ev kiryaran ne li gor Kobanê ye. Ji destpêka 2020'an de heta vê gavê 6 jin rastî qetîlkirin û xwekuştinê tên. Ji bo vê jî divê her kes xwedî wîjdan be û li dijî tundiya li ser jinê bisekine. 
 
Em bang li hemû jinan dikin ku ew çiqasî rastî tundiyê hatin li şûna ku xwekuştinê bila ew beşdarî xebata rêxistinên têkoşîna li hemberî zayenperestiyê, yên mîna rêxistina Sara, Kongreya Star û hwd bibin. Em soz didin ku em ê bi hevdu re têkoşîn û xebata xwe li hember hemû rêbazên tundiya li dijî jinê bibin, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de. Em xwedî li keda Arîn, Avesta, Ararat, Zîlan, Bêrîtan, Sara, Hebûn, Silava û Zehreyan derkevin û ev berpirsyartiya me ye."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bimire koletî" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.