Li Efrînê jinek hat qetilkirin

  • 12:43 10 Tebax 2020
  • Rojane
EFRÎN - Jina bi navê Emîne Enwer Mihemed Mistefa Bekir (Stêrvan Cemîl) li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ji aliyê mêrê pê re zewicî  hat qetilkirin. 
 
Piştî êrişên li ser Efrînê, li Efrînê her roj kiryarên li dijî jinan berdewam dikin. Emîne Enwer Mihemed Mistefa Bekir ji gundê Qudeyê ya navçeya Recoyê ya Efrînê ye û bi navê Stêrvan tê naskirin û keça Sebah Ibrahîm Elê ya ji gundê Bedîna ya navçeya Mubeta Efrînê ye. Emîne 20 salî ye û xwediyê 2 zarokan e. Di 9'ê tebaxê de Emîne ji aliyê mêrê pê re zewicî yê bi navê Ebd El-Qadêr Cemîl Wurmîz ku ji gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê Efrînê ye  bi kêrê hate qetilkirin. 
 
Li gor çavkaniyên herêmî Emîne diçe gel malbata xwe û Ebd El-Qadêr dema dê û bavê Emîneyê ne mal e wê bi kêrê dikuje.