Rêxistinên civaka sîvîl têkildarî Peymana Stenbolê daxuyanî dan

  • 11:47 10 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Têkildarî Peymana Stenbolê 26 rêxistinên civaka sîvîl daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin heger Peymana Stenbolê pêk bihata ew ê ji meha çileyê heta niha 163 jinî jiyana xwe ji dest nedaban. 
 
Têkildarî nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê ya ji aliyê AKP-MHP'ê tê kirin 26 rêxistinên civaka sîvîl daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin divê ne vekişandina ji Peymana Stenbolê pêkanîna vê peymanê divê di rojevê de be. 
 
'Daxuyaniyê pêk bînin'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Tundiya polîsan a li dijî jinên daxwazên xwe tînin ziman tê wateya şirîkatiya dewletê ya bi sûc re. Divê ne vekişandina ji Peymana Stenbolê pêkanîna vê peymanê divê di rojevê de be."
 
Kesên îmze kirine:
 
2017 Însiyatîfa Bodrumê, Hewildana 78’an, Komeleya Fikirandinê ya Elewiyan, Hewildana 78'an a Enqereyê,  Hewildana Fikir û Azadiyê ya Enqereyê, Daktilo 1984, Ji bo Demokratiyê Yekîtî (DIB), Komeleyên Demokratîk ên Elewîyan, Komeleya Alimên Olî (DIAYDER), Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Rojavayê Başûr a Meclîsa Jinê (DGD), Platforma Komeleyên Rojhilat-Rojavayê Başûr , Hewildana li dijî Sûcê Ramanê (!?), Komeleya ji bo Mafên Hevpar, Tevgera Baweriyê, Platforma Heq û Edaletê, Kongreya Demokartîk a Gelan (HDK), Sendîkaya Lîstikvanan, Komeleya PEN'ê ya Nivîsakaran, Komeleya Çandê ya Pir Sultan, SODEV ( Weqfa Civakî ya Demokratîk),  Sendikaya Nivîsakaran a Tirkiyeyê (TYS), Komeleya Endamên Hîndekariyê ya Zanîngehê (UNIVDER), Hewildana Hemwelatî, Komeleya Hemwelatiyê.