ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 10 Tebax 2020
  • Rojev
*Li dijî polîtikayên qirkirin û têkbirinê li her qadekê têkoşîneke mayinde ya jinên leheng heye. Li dijî zihniyeta teşhîrkirinê kevneşopiyeke jixwebawer dewam dike. Mîrateya vê kevneşopiyê di dîrokê de şopeke kûr hiştiye. Jinên di bîr û baweriya berdewamiya jiyaneke azad û wekhev de ne li ser vê şopê bûne eynika siberojê.  Fedakarî û paradîgmaya bawerî ya serxwebûna jinê li ser esasên vê bîr û baweriyê mezin bû. Jinên li ser esasên vê bîr û baweriyê mezin bûne bi wesiyetên xwe yên wekî "Kî ji jinan re destên xwe rakin wî destî bişkînin", deng vedan.  JI PÊNÛSA JINAN
 
* Şervana Ermenî Anûş Hovsebiyan derbarê şerê di navbera welatê Ermenîstan û Ezerbeycanê de nirxandin kir û got: “Şerê di navbera herdu welatan de dikeve xizmeta dewleta tirk.  Dewleta tirk vê carê agirê di navbera herdu welatan de gur dike û kîna xwe ya li hember gelê ermen careke din dertîne holê.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Aboriya Jinê ya bajarê Dêrikê Necma Silêman li ser pêşketinên jinê ya di aliyê aboriyê de û serkeftina projeyên wan wiha dibêjê: ”Piştî perwerde û zehmetiyên  ku em tê re derbas bûn me aboriyeke xurt ji bo jinan ava kir.  Projeyên me ji krîza aboriyê re dikarîbûn bibe bersiv.” DÎMEN HEYE
 
*Kok ne zelal bin jî li deverên cuda yên cîhanê bi hincetên cuda jin di bin navê sunetê de rastî îşkenceya zayendî tên. Tevî ku li gelek welatan qedexe be jî hîna didome. Zarokên hîna nebûne 10 salî tên sunetkirin.
 
*Gundê Kolanis bi avahiyên xwe yê ji dema Ermeniyan maye tê zanîn, bi xweza û çavkaniyên ava xwe balê dikşîne. Zubeyde Yucebaş ya li gund dijî got ew gundê xwe bi jiyan bajar naguhere. BI DÎMEN
 
*Jinên endamên sazî û rêxistinên pîşeyan di derbarê nîqaşên ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê de bertek nîşan dan û gotin ev êrişeke li dijî mafê jinan e, divê hemû jin li dijî vê serî rakin. BI DÎMEN
 
*Hevseroka DBP’ê yên Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon û hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu ku girtîne bi mehane îdianameya wan nehatiye amadekirin. Hasîbe Mengîrkaon ya 56 salî ku 9 meh in girtiye pisgirêkên tenduristiyê yên giran dijî.
 
*Jinan bertek nîşanê krîza aborî dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji vê berpirse û gotin: "Mûçeyê kesekî têrî fatureyan nake û got pergala welat guheriye, her tişt biha bûye." BI DÎMEN 
 
*Emîne û Gulçîn yên li Edeneyê li ser erdan dixebitin, diyar dikin ku havînê li ser erdan zivistanê jî li dibistanê derbas dikin.
Xwişkên hev Gulçîn û Emîne Şen yên ji bo xwendinê li Edeneyê di bin germahiyê de li ser erdan dixebitin, ji bo wan bihabûna jiyanê, zêdebûna bihayên lêçûnên perwerdehiyê ne.BI DÎMEN 
 
*Belê, dema ku min li wêneyên Denîz Firat meyze kir di dilê min de hestekî pir cuda hate avakirin, ji bo wê jî min xwe di bin barekî de hîs kir ku pêwîst e em weke şopdarên Denîzan û Nûjyanan erkê ku dikeve ser milên me jinên rojnameger bi awayekî herî baş pêk bînin. Min nekarî pêşî li pênûsa xwe bigirim, ji ber çawa çavê pênûsa min li ronahiya çavên Denîz ket wê demê ji heyecanan pênûs di destê min de lerizî. Ya rastî min tu carî pênûsa xwe wiha asî nedîtibû, her dem di nava lêgerîna peyvan û hevokan de bû ku bikaribe eşqa azadiyê ya Denîz bi her kesî re parve bike.  JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jinên li Wargeha Mexmûrê dijîn bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li hemberî rapora CPT'ê jî bertek nîşandan. Jinên Mexmûrê gotin: "Bê adeletiya ku niha li hemberî Rêberê Gelê Kurd tê meşandin li tu deverê cîhanê nîne." BI DÎMEN