Çalakiya Peymana Stenbolê: Bila herkes bibihîse
- 16:21 9 Tebax 2020
- Rojane
AMED - Jinan li ser medyaya civakî madeyên Peymana Stenbolê xwendin û hevdu etîket kirin.
Jinan li ser medyaya civakî çalakiya Peymana Stenbolê pêk anîn. Jinan gotin 'Bila herkes bibihîse' û madeyên daxuyaniyê xwendin û parve kirin.
Gelek kes beşdarî çalakiya medyaya civakî bû. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî beşdarî çalakiyê bû. Ayşeyê di parvekirina xwe de wiha got:"Peymana Stenbolê li dijî her cure tundiyê ye. Peymana Stenbolê di nav şerdên şer û aştiyê de derbas dibe."