Kongreya Star li dijî tecrîdê daxuyanî da

  • 14:53 9 Tebax 2020
  • Rojane
KOABNÊ - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo zelakirina rewşa Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.
 
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê di derbarê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, zelakirina rewşa wî û rewşa  girtiyên siyasî  yên di zindanên tirkiyeyê de daxuyanî da. Daxuyanî  li Qada Jina Azad  bi beşdarbûna bi dehan ji endamên Kongreya Star hat dayin. Daxuyanî  ji aliyê Endama Kongreya Star  Dîcle Heyder ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Di dawiya 2019'an û di  destpêka 2020'an de Vîrûsa Korona cara yekem li Çînê derket û piştî demeke kin, li seranserî cîhanê belav bû. Êdî Vîrûsa Koronayê metirsiyeke cidî bi xwe re derxist holê, ruxmî ewqas pêşketin di aliyê tenduristiyê de çêbûne.  Lê mixabin heya niha tu çareyek û dermanek ji Vîrûsa Koronayê re hîn nehatiye peyda kirin.  Li ser vî esasî jî êdî hejmareke bê ser û ber ji mirovan pêdikevin û pê dimirin jî. 
 
Li gor zagonên navneteweyî û bangewaziyên rêxistinên mafên mirovan ku divê girtiyên siyasî û yên dîtir serbest bên berdan, lê ev biryar tu encamên xwe negirtine. Vîrûsa Koronayê êdî tevahî cîhanê roj bi roj bi xeteriyên gelek mezin re dihêle, dîsa jî vê yekê bandor li ser polîtîkeya AKP'ê a faşîst nekir, û her di wê rêbazên xwe yên derexlaqî de bi israr e. 
 
Heya niha di vê mijarê de tu agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û  girtiyên siyasî yên li Îmraliyê tune ye.  Her roj jiyana wan bi xeteriyê re dimîne û tu agahî nîne ku rewş çawa ye û çi diqewime. Dewleta faşîst a tirk hîn polîtîkeya xwe ya tecrîdê girantir kir. Li hember hevdîtinan dibe asteng û nahêle ku Rêber Ocalan ne bi malbatê re û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.  Ev dihêle ku em weke jin û weke rêhevalên Rêber Apo ji bo tenduristî û rewşa Rêber Apo û hemû girtiyên zindanan metirs bin.
 
Li gor vê yekê banga me weke tevgera jinê ji hemû rêxistinên hiqûqî û yên mafê mirovan re heye ku mudexeleya vê rewşa giran a Îmraliyê  bikin û polîtîkayên qirêj ên dewleta faşîst a tir bidin sekinandin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.