Li Kobanê mirina jinekê ya bi guman

  • 14:45 9 Tebax 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Li Kobanê jina bi navê H.W bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê H.W ya 30 sal ku ji taxa Kaniya Kurdan ya Rojhilatê Kobanê ye û dayika 4 zarokan e ji ber sedemên bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Helîme ji aliyê mêrê pê re zewicîye yê bi navê Neşet ve rastî tundiyê dihat. Li gorî agahiyên tenduristiyê şopên lêdanê li ser bedena wê hebûne.
 
Zarokên wê jî diyar kirin ku dayika wan rastî lêdanê hatiye, ji ber wê dayikê xwe kuştiye. Ev demeke dirêj e di nava malbata wê de nakokî hebûn û tundî li ser dihate kirin. Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên ewlekariyê derdora malê girt û têkildarî bûyerê dest bi lêpirsîna bi hin xizmên malbatê re kir. Li bajarê Kobanê rêjeya bûyerên kuştin û xwekuştinê jinan zêde bûye. Li gorî endamên rêveber ên Kongreya Star, li bajêr di sê mehên dawî de 7 jin hatine kuştin an jî xwe kuştine.
 
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Herêma Firatê di derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.