Xwestin Z.G'yê qetil bikin

  • 09:47 9 Tebax 2020
  • Rojane
AMED – Z.G ya bi mehan ji aliyê mêrê ku pêre hatiye zewicandin Hasan Mensur. G ve rastî tecawiz  û îşkenceyê tê zatûre û weremî buye. Li gorî agahiyên hatine girtin metirsiya jiyana Z.G hîna berdewam dike.
 
Li navçeya Rezana Amedê jina bi navê Z.G ji aliyê mêrê ku pêre hatiye zewicandin Hasan Mensur. G ve bi mehan dîl tê girtin. Z.G ya ku zaroka wê a nû ji dayîkbuyî heye ku bi mehan rastî tecawiz û îşkenceya Hasan Mansur tê dadikeve 30 kîloyî. Li gorî agahiyên me girtine Z.G zature û weremî bûye. Niha li nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê di beşa lezgîn de ye û metirsiya jiyana wê hîna didome.
 
Z.G bi mehan birçî tê hiştin
 
Z.G hertim ji aliyê mêrê ku pê re hatiye zewicandin û malbata wî rastî tundiya derunî û fîzîkî tê. Dema Z.G  ducanî jî dibe ev îşkenceya malbatê ya li wê berdewam dike. Bi mehan Z.G birçî tê hiştin û tundî li ser tê pêkanîn. Ji bo Z.G tiştê dijî ji malbata xwe re nebêje jî Hasan Mansur bernameyek li telefona Z.G bar dike û hevpeyvînên bi diya xwe re dike guhdar dike. Bi vî rengî wê dixin girtîgehê û ji bo bi tu awayî ji malbata xwe re nebêje gefên kuştinê lê dikin.
 
Ji aliyê Hasan Mansur ve bi rojan tê tecawizkirin
 
Piştî ku zaroka Z.G tê dinyayê bêy ku navber bikevê ji aliyê Hasan Mansur ve rastî tecawizê tê. Dixwazin bi zorê Z.G teşfîqê xwekuştinê bikin. Z.G’ya bi rojane tê tecawizkirin, îşekence lê tê kirin, rastî tundiya derûnî, rastî gefan tê û birçî tê hiştin. Li gorî agahiyên me ji nexweşxane û derdorê girtiye Z.G daketiye 30 kîloyî, ji ber ku demek dirêje xwarin jî nexwariye bi mamaya zarokan tê têrkirin.  Niha jî ji pozê wê xwîn tê û metirsiya jiyana wê didome.
 
Zaroka Z.G ya ku rewşa wê jî nebaş e ji aliyê diya wê ve tê xwedîkirin. Z.G ji bo  berdanê doz  vekir û bi qasî 30 rojan jî cezayê dûrxistinê dane Hasan Mansur.