'Ekîn Wan bû sembola têkoşîna azadiyê'

  • 09:06 9 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Ekîn Wan, di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkeran ve hat teşhîrkirin. Bertekên ku hat nîşandan hesabên desthilatdariyê xera kir. Jin daketin kolanan û gotin ev ne li Ekînê li hemû jinan hatiye kirin. Bedena tazî ya Ekînê bû sîmgeya têkoşînê.
 
Li Gimgim a Muşê di 10’ê tebaxa 2015’an de di navbera PKK’î û TSK’iyê de pevçûn derket û Kevser Elturk (Ekîn Wan) ya di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û piştre bedena wê hat teşhîkirin, di ser qetilkirina wê de 5 sal derbas bû. Lê Ekîn Wan di têkoşîna jinan de dijî.
 
Kevser di 1986’an li gundê Navre ya Ebexa Wanê tê dinê. Malbata wê ji ber pirsigrêkên aborî koçî Wanê dike. Zarokatiya wê li Wanê derbas dibe. Kevser hemû rolên li jinan tê ferzkirin red dike û li dijî zîhniyeta serdest ya mêr li berxwe dide di 2008’an de tevlî PKK’ê dibe. Piştî tevlî PKK’ê dibe navê Ekîn Wan digire û li çiyayê welatê xwe têdikoşe. 
 
Di 10’ê tebaxê de li navçeya Gimgim a Mûşê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkeran ve hat teşhîrkirin. Bêguman plan û hesabên wan hebûn. Lê bertekên bedena tazî ya Ekînê dîtin, hesabên desthilatdariyê xera kir. Jin daketin kolanan û gotin ev ne li Ekînê li hemû jinan hatiye kirin. Bedena tazî ya Ekînê bû sîmgeya têkoşînê. Belê Ekîn Wan rûmeta jinan bû bi tevlîbûna hezaran jinî hat oxirkirin. Têkoşîna jinan her çû xurt bû.
 
Hîna jî ji Ekînê ditirsin
 
Piştî Ekîn hat definkirin têkoşîna hikûqî ya malbatê jî dest pê kir. Dayik Delal Elturk derbarê kesên bedena Ekînê teşhîr kirin de serlêdana sûc kir. Lê serlêdana wê negirtin meriyetê. Derbarê sê kesêndi wêne de dihatin dîtin û beden teşîr kiribûn de tu tiştek nehat kirin. Di hezîrana 2019’an de polîsan bi ser mala malbata Ekînê de girtin û dayik Delal binçav kirin. Wêneyê ku Delalê bi keça xwe re kişabûn hat pirsîn. Ev jî xuya dike ku hîna jî ji Ekînê ditirsin û Ekîn dengê jinane, nemire, hîna berxwe dide.
 
Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur da zanîn ku tişta li Ekîn Wan hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin û ev zîhniyet ji dewletê xwedî dibe. Edîbeyê got êrîşên li hember Ekîn Wan hemû jin hedef girtiye û wiha got: “Nêzîkatiya deshtilatdariya 18 salî li hember jinan neguherî. Li ser jinan her cureyê senaryo û polîtîkayên qirêj tên meşandin. Di şer de teşîrkirina beden bi tu awayî em qebûl nakin. Ez zîhniyet bi hêza ji dewletê digire mezin dibe.”
 
Edîbeyê bi lêv kir ku desthilatdariyê di şexsê Ekîn Wan de peyam daye hemûjinan û wiha axivî: “Dihat hedefkirin ku jinan bitirsînin û ji têkoşînê şûnde gavê bidin avêtin. Ekîn Wan ji ber vê bû sembola têkoşîna azadiya jinê. Tişta bi Ekîn Wan hat kirin me tu car jibîr nekiriye, ji hişê me paqij nebûye.”