Îpek bi saya Peymana Stenbolê ji gumanbarê tacîzê xilas bû

  • 09:04 9 Tebax 2020
  • Rojane
AYDIN - Jina trans Îpek Turk, gotinên ‘LGBTÎQ+’yan diparêze û malbatê xera dike’ yên derbarê Peymana Stenbolê de tên gotin nirxand û got bi saya peymanê ji gumanbarê tacîzê xilas bûye û got li pey gotinên derbarê LGBTÎQ de gelek sedemên siyasî hene.
 
Nîqaşên derbarê rakirina Peymana Stenbolê de ku desthilatdariyê daye destpêkirin didomin û berxwedan jinan li dijî vê jî didome. Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Numan Kurtulmuş di bernameyek televîzyonê de gotinên wekê ‘Îmzekirina Peymana Stenbolê şaş bû’ anî ziman û bi hedefgirtina LGBTÎQ+ yan peyman ji nîqaşê re hat vekirin. Endama Komeleya Renklî Guvercîn ya li Aydinê jina trans Îpek Turk axivî.
 
Îpekê da zanîn ku xala 3'yemîn a madeya 4'emîn a Peymanê ‘Ne tenê ji bo LGBTÎQ+ yan ji bo hemû kesên dezavantaj pêk tê’ û wiha got: “Derbarê rakirina peymanê de rojevek hat afirandin. Lê ev li dijî xala 10’emîn a Destûra Bingehîne jî. Di vir de jî di xala wekheviyê de li hember qanûnê tê gotin ku ‘her kes li ber qanûnê wekhev e.’. Yanî ev tişta dibêjin li dij Destûra Bingehîne.”
 
‘Li pişt hedefgirtina LGBTÎ+’yan lîstikên siyasî hene’
 
Îpekê desnîşan kir ku li pişt gotinên der barê LGBTÎ’yan de gelek sedemên siyasî hene û gotinên serokê karê Diyanê Alî Erbaş yên di meha Remezanê de derbarê LBGTÎ’yan de gotibû bibîr xist. Îpekê wiha berdewam kir: “Baroyan gotibû ev li dijî Destûra Bingehîne û sûc e. Ji ber kes nikaribû biaxive tenê baro mabû. Li hember wan jî pêngav hat avêtin. Qanûna baroyan hat derxistin û baro parçe kirin.”
 
‘Ji bo îmaja xwe ya hejyaye biparêze hat îmzekirin’
 
Îpekê bi lêv kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di doza jineke hatibû qetilkirin de Tirkiye mahkum kir û piştî vê Tirkiyeyê ji bo îmaja xwe ya ku hejiyabû biparêze Peymana Stenbolê îmze kir.
 
Îpekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peymana Stenbolê rabe wê qanûna hejmar 6284'an jî rabe. Di 2012’yan de yekem jinan trans ya ji vê qanûnê fêde girtin ez im. Di encama şîdet û tacîza mêrekî de min ji qanûnê fêde girt. Di 2012’yan de kesekî min aciz û tehdît dikir. Bi saya qanûna 6284'an ez hatim parastin. Peymana Stenbolê girîng e.”