‘Li dijî vîrûsê em ê xwe biparêzin'

  • 09:02 9 Tebax 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jinên taxa Şêx Meqsûdê bal kişandin ser xetereya vîrûsa koronayê û banga xwe parastinê kirin û gotin: "Divê em ji Desteya Tenduristiyê re bibin alîkar û parastin di destê me de ye." 
 
Her ku diçe xeteriya vîrûsa koronayê zêde dibe. Heta niha li dijî vîrûsa koronayê derman nehatiye dîtin. Li Herêmên Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê kesên nexweş derketin û her wiha Helebê vîrûs belavbûye. Têkildarî mijarê jinên taxa Şêx Meqsûd derbarê derketina vîrûsa korona û xeteriya wê li ser jiyana gel nêrînên xwe anîn ziman.
 
Jina bi navê Fatme Mihemed ser xeteriya vê vîrûsê wiha axivî: “Ev vîrûs di demeke pir kin de li tevahî cîhanê belav bûye û bi hezaran kes ji ber vê vîrûsê jiyanan xwe ji dest dane. Li bajarê Helebê jî hijmarek kes bi vê vîrûsê ketine, ji bo wê divê em tedibîrên xwe baş bigirin û parastina xwe bikin. Li paqijiya xwe, mala  xwe û derdora pir baldar bin. Parastina jiyana me di destê me de ye û li gor pêwistiyan em ji mal derkevin. Li aliyê rêjîmê pir kes bi vîrûsê ketine û dixwazin derbasî taxên me jî bikin. Em di qonaxeke pir hesas re derbas dibin û pêwistî heye em bi hevdu re alîkar bin.” 
 
‘Divê em bi Desteya Tenduristiyê re bibin alîkar’
 
Jina bi navê Zelox Ehmed jî balkişand ser tedbîrên pêwist û wiha domand: “Ger em baş li tenduristiya xwe ne miqate bin, jiyana me hemûyan di nava tehlûkeyê de ye. Em ê destekê bidin hev ji bo em bi hev re vê rewşê derbas bikin. Taybet divê em bi desteya tenduristiyê re bibin alîkar. Tedbîrên me ji bo parastina hemû mirovên civakê ne.”  
 
‘Li dijî nexweşiyê parastin pêwist e’
 
Jina bi navê Ewşa Xelîl Mihemd jî da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev vîrûs belav bûye û divê hemû kes vê rewşê cidî bigirin dest û wiha pê de çû: “Li tevahî Sûriyeyê ev nexweşiya korona heye û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derket. Ji hemû deman zêdetir parastin pêwist e. Em hêvî dikin ku dermanek ji vê nexweşiyê re bê dîtin û mirovên me bi tendurist bin.”