ROJEVA 9'Ê TEBAXÊ YA 2020'AN

  • 09:00 9 Tebax 2020
  • Rojev
*Jinên taxa Şêx Meqsûdê bal kişandin ser xetereya vîrûsa koronayê û banga xwe parastinê kirin û gotin: "Divê em ji Desteya Tenduristiyê re bibin alîkar û parastin di destê me de ye." BI DÎMEN 
 
* Fatma Kaplana bi malbata xwe re karê çandiniya dike daxwaza piştgiriyê dike û dibêje bi qasî Sason bi nav û deng e, di aliyê bûjeniyê de ne dewlemend e. BI DÎMEN 
 
*Firina Jinan a bi navê Nanê Jiyanê 3 sal in xizmetê dide malbatên xizan û koçberên li herêmê. Xebatkara firina Nanê Jiyanê Leyla Elî diyar kir ku li vir hem jin dibin xwedî karekî û hem jî xizan û koçber sûdê ji firinê digirin.  BI DÎMEN 
 
*Jina trans Îpek Turk, gotinên ‘LGBTÎQ+’yan diparêze û malbatê xera dike’ yên derbarê Peymana Stenbolê de tên gotin nirxand û got bi saya peymanê ji gumanbarê tacîzê xilas bûye û got li pey gotinên derbarê LGBTÎQ de gelek sedemên siyasî hene. BI DÎMEN 
 
*Nivîskar Ozlem Armen diyar kir ku ji bo wê nivîsandina pirsgirêkên civakî berpirsyariye, rêbazeke deng derxistin û têkoşînê ye û got: “Zêdetir nivîsandin zêdetir huner pêwiste. Li dijî hemû zextan têkoşîn şert e.” BI DÎMEN 
 
* Ekîn Wan, di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkeran ve hat teşhîrkirin. Bertekên ku hat nîşandan hesabên desthilatdariyê xera kir. Jin daketin kolanan û gotin ev ne li Ekînê li hemû jinan hatiye kirin. Bedena tazî ya Ekînê bû sîmgeya têkoşînê. BI DÎMEN 
 
*Malbat ji bo dewletê tê çi wateyê? Dewlet çima malbatê ewqas dixe rojev e? Malbat dê çawa biguherin? Gelo malbateke demokratîk pêkan e? bersivên wan pirsan di hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê dosyeya "Nîqaşên Malbatê" de cih digire. Edîtora kovarê Rojda Yildiz da zanîn ku ji bo guherîna mirov û civakê divê pêşî kakila civakê ya malbatê bê guhertin. BI DÎMEN