Rewşa tenduristiya 4 girtiyên jin krîtîke

  • 16:11 8 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, ji bo rewşa 4 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin û banga hişyariyê kir û got divê bi awayekê lezgîn bên berdan.
 
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya hefteya 309’emîn de bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê dimînin. Daxuyanî li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê hat dayîn. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmene, daxuyanî da.
 
Nûray diyar kir ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, 4 jê giran 18 girtiyên nexweş hene û got: "Jiyana girtiyên nexweşên giran Pinar Tîkît, Dîlber Tanrikûlû, Rihan Kavak Ozbek û Canan Ûtangaç di xeteriyê de ye. Nexweşiyên cuda yên van girtiyan hene em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Her ku diçe rewşa van 4 girtiyan girantir dibe. Di Girtîgeha Sincanê de, girtiyên nexweş di demê xwe de nayin dermankirin û tedawî kirin. Ji bere mûayeneyên bi kelepçekirî û wesayîtên rîngê yên yekesi mafê tenduristiya girtiyan tê binpêkirin. Divê dawî li van binpêkirina bê. Lazimeke ku girtiyên nikarin di girtîgehan de bimîninin, bi lezgînî bên berdan.”