Dayikên Şemiyê daxwaza edaletê kirin

  • 15:13 8 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku beriya 27 salan hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin daxwaza edaletê kirin. Dayika Ferhat Tepe Zubeyde diyar kir ku Qada Galatasarayê cihê zarokên wan e û dev ji wir bernadin.
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 802'an de çalakiya xwe li dar xistin. Çalakiya vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî bi awayekî zindî hat lidarxistin. Dayikan, vê hefteyê ji bo nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku beriya 27 salan hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin daxwaza edaletê kirin û daxwaz kirin ku faîlên wî bên darizandin. 
 
Di çalakiyê de dayik û bavê Ferhat Tepe Zubeyde û Îshak û xwişka wî Ayşe, xwestin ku kesên Ferhat qetil kirin, bên darizandin. Bav Îshak, diyar kir ku kurê wî ji aliyê çeteyên ku dewlet piştgiriya wan kiriye û wan damezrandiye ve hatiye revandin û ev tişt got: “Rojek telefonek ji min re hat û kesê li ser telefonê  milyarek pere ji min xwest û xwest ku partiya ku endamê wê bûm bigirim. Min jî jê re got ez dengê kurê xwe dixwazim. Lê telefonê neda kurê min û girt û got ku dê careke din negere. Me serî li hemû cihên eleqedar da, lê heta niha ne agahî hatiye lêkolînkirin ne jî agahî hatiye dayîn. Doz 20 sal berdewam kir lê dewletê serî li gotinên van kujeran neda.”
 
Dayik Zubeyde jî destnîşan kir ku kujerê kurê Korkmaz Tagma ye û ev tişt got: “Wî kurê me revand û da kuştin. Nivîskarê Rojnameya Zemanê bû. Hê jî dernexistine dadgehê û serî li gotinên wî nedane. Weke Dayikeke Şemiyê dibêjim, Qada Galatasarayê cihê zarokên me ye. Em ê dev ji vir bernedin û têkoşîn me bidome.”
 
Xwişk Ayşe jî da zanîn ku derbarê dîtin û darizandina faîlên birayê wê de heta niha gavekî herî biçûk jî neyatiye avêtin ûn ev tişt got: “Di encamê de doza ket demboriyê bêdaletî li dîwar ket. Heta ku kujerê birayê min Tûggeneral Korkmaz Tagma neyê darizandin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û terka Qada Galatasarayê nekin.”
 
Piştî axaftina malbatê metna daxuyaniyê ku ji bo hefteyê hatibû amadekirin ji aliyê Endama Lîjneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Sevîl Tûrgût ve hat xwendin. Tûrgût, destpêkê çîroka revandin, kuştin û pêvajoya hiqûqî ya ji bo faîlên Ferhat Tepe ya di metne de hatibû vegotin xwend û bang li rayedarên edlî û siyasî kir ku peywira xwe dariznadina faîlên Ferhat Tepe bi cih bînin.