Li Rojava 16 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine

  • 10:00 8 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ragihand ku 16 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koronayê ketine, hêjmar dighêje 82 kesan ji wan 4 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.
 
Bi belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî rewşeke metirs pir mezin heye. Her roj hêjmara kesên ku nexweşiyê werdigrin zêde dibe. Têkildarî vê yekê Hevserokê Desteya Tenduristî Ciwan Mistefa ragihand ku 16 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koronayê ketine. 
 
11 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, yek li Dêrezorê û yek jî li Kobanê ji vê hêjmarê yek ji wan jî jiyana xwe ji dest daye, mirovekî bi temen mezin e. Bi vê hêjmarê dibe ku heya niha 82 kes li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine 4 ji wan jiyana xwe ji dest dane.
 
Hêjaye bi bîrxistinê ku li tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketinê ji aliyê Rêbeveriya Xweser ve hatiye îlankirin. Tevî vê yekê jî her roj hêjmara mirovên ku bi vîrûsê dikevin bilind dibe.