Li Mexmûrê rojnameger Deniz Firat hat bi bîranîn

  • 09:19 8 Tebax 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê rojnameger Deniz Firat li cihê ku jiyana xwe ji dest dayî hat bi bîranîn. 
 
Rojnameger Denîz Firat, di 8'ê tebaxê sala 2014'an de di êncama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de jiyana xwe ji dest da. Deniz dema nûçe dişopand ji aliyê çeteyan ve hedef hat girtin. Malbat, heval û rojnameger çûn cihê ku Denîz jiyana xwe ji dest dayî li vir bi bîranîn. 
 
Di serî de dayika Denîz Sultan Yildiztan axivî û diyar kir ku di salvegera 6'emîn de carek din li cihê ku Deniz jiyana xwe ji dest dayî kom bûne û got: "Her çiqas gora wê ne li vir bê jî em wekî malbat her sal tên li vir. Dema ku nû şehîd bû me li vir darekî zeytunê çand. Ligel erdekî hişk e jî li vir dar şîn bû. Em wekî malbata Denizê 30 sal in li pêy doza xwe dimeşin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevala Deniz hêj di temenê biçûk de tevlî şoreşê bû. Ji bo rastiyê bişopîne bedena xwe kir mertal." Sultan, destnîşan kir ku ji bo şopandina doza wan çi bikeve ser milê malbatê dê pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha salekî jortir e li Mexmûrê dorpêçek heye. Her wiha nexweşiya koronayê heye. Em bi xetereyan re rûbirû ne. Her wiha em hevkariya ku bi dewleta tirk re tê kirin şermezar dikin. Em ê berxwedana xwe mezin bikin." Bavê Deniz Nayîf Yildiztan jî di bernameya biranînê de axivî û got: "Şehîd Deniz ne keça me tenêye şehîdê Gelê Kurd e."
 
Rojnemeger Filîz Budak derbarê vê rojê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rêhevala me Deniz dema êrişên hovone dişopand bû hedefa êrîşên çeteyan. Hevala Deniz di temenekî biçûk de bû rêwiyê rêwitiya azadiyê û heta ku kêliya ku şehîd jî bû. Pêwiste neyê ji bîr kirin ku Mexmûr cihê yek binketina çeteyên DAÎŞ'ê ye û ev yek bû parastina bajarê Hewlêr û Silêmaniyê. Ji ber ku çete nekarî Mexmûrê derbas bibe ev tişt bi saya berxwedana vî gelî pêk hat. Her wiha sembola berxwedana Mexmûrê jî rêheval Deniz e. Em wek çapemeniya azad rêhevala xwe Deniz bi qasî xemgînin, ewqas jî em bi berxwedan û tekoşîna wê ya li pey heqîqetê jî serbilindin."