Girtiya nexweş Ozgul Yaşa nayê dermankirin

  • 09:10 8 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Ozgul Yaşa ya li girtîgeha Jinan a Bunyanê girtiye dermankirina wê nayê kirin. Birayê wê Eşref Yaşa got înfaza wê hatiye şewitandin û got: “Divê Ozgul bê emeliyetkirin û dermankirina wê bi rêk û pêk bê kirin.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî ji ber pandemiyê di şert û mercên giran de dijîn. Di pêvajoya pandemiyê de hevdîtin hatin sînorkirin û bername hatin rakirin. Her wiha gelek binpêkirin mafan tên jiyîn. Bi dehan girtiyên nexweş nayên dermankirin.
 
Ozgul Yaşa ya li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê dimîne dermankirina wê nayê kirin û ji ber bertek nîşanê binpêkirinên mafan da Înfaza wê hat şewitandin. Ozgul di 5’ê mijdara 2014’an de hat girtin û heta niha 6 girtîgeh guhertiye. Ozgul ku demek kin li girtîgeha Osmaniyê ma piştre şandin girtîgeha Karataş a Edeneyê, ji wir şandin girtîgeha Jinan a Tarusê. Ozgul herî dawî sirgunê girtîgeha Bunyanê hat kirin.
 
‘Divê bê emeliyetkirin’
 
Birayê wî Eşref Yaşa daxuyakirin ku Ozgul dema hatiye girtin li rûyê wê birîn hebûn û got: “Dema hat girtin birin nexweşxanê fîlm kişandin. Piştre dermankirina wê hat sekinandin. Heta niha nehatiye dermankirin. Divê ji rûyê xwe bê emeliyetkirin. Lê nakin. Ji çeneya xwe birîndar bibû hestiyên çenê şikestibûn. Niha hestî belav bûne divê bê dermankirin lê nakin. Rewşa wê her diçe xera dibe. Hîna jî nikare xwarinê bixwe. Tenê tiştên avî dixwe.”
 
‘Înfaza wê şewitandin’
 
Eşref destnîşan kir ku Ozgul bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye cezakirin û got: “Înfaza Ozgulê hat şewitandin. Li girtîgehê binpêkirinên mafan yên giran hatin jiyîn. Ew jî li dijî vê bêdeng nema. Ji ber înfaza wê hat şewitandin wê salekê zêdetir razê.”
 
‘Her tim di hişê me de ew hene’
 
Eşref wiha berdewam kir: “Di pêvajoya pandemî de me zehmetî kişand. Her tişt destê îdareyê de ye. Demek berê sê hevalên wan bi gumana vîrûsê xistin karantînayê. 20 rojan di karantînayê de man piştre birin koxuşan. Niha tiştek tune. Hevdîtin pêk nayên. Ev bandor li ser malbat û girtiyan dike. Em her tim wan difikirin. Divê tu malbat vê rewşê qebûl neke. Bertek nîşan bide. Ozgul niha di karantînayê de ye. Ji ber bandora dermanên bikar tîne û guherîna hewayê birin nexweşxane. Bedena wê çerm davêje. Piştî çû nexweşxanê hat îdarê kir karantînayê. Piştî 14 rojan wê bibin koxuşê.”