‘Divê jin û zarok li dijî êrîşên zayendî tenê neyên hiştin’

  • 09:07 8 Tebax 2020
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Psîkolog Leyla Turan derbarê êrîşa zayendî ya li hember zarokan balkişand ser berpirsyariya malbat û çapemeniyê û got: “Divê civak li alî zarok bibe xwedî helwest. Divê zarok û malbat tenê neyê hiştin. Divê barê zarok bê sivikirin.”
 
Li gorî îstatîstîkên edlî yên 2019’an a ku ji hêla Wezareta Dadê ve hatiye weşandin li Tirkiyeyê di 2019’an de di çarçoveya ‘Sûcên li dijî destnedana zayendê de’ 49 hezar û 57 doz hatine vekirin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe û niha jî AKP-MHP hewl dide bi riya zewacê ji tecawizkaran efûyê bîne. Ji Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê Leyla Turhan derbarê sedemên zêdebûna êrîşên zayendî de axivî.
 
* Îstîsmara zayendî çiye?
 
Bi bikaranîna hêz û hiyeraşiyê, zarokên di alî zîhnî, beden û ruhî de hîna negihiştiye têrbûnekê tevlî çalakiya zayendî kirine. Ev awayên cuda dikare pêk bê. Ji têkiliya zayendî û tecawizê pêk nayê. Mînakên îstîsmara zayendî ya têkiliyê dihewîne û nahewîne heye. Her cureyê têkiliya zayendî, teşwîqakirin zayendî, zarok bi materyalên zayendî re rû hişt, destdirêjkirina zarokan, bi zarok re axaftinên zayendî kirin, zarok di alavên pornografîk de bikaranîn. Ev hemû dikarin bên nîşan dan. Hemû kesên di bin temenê 18’yî de zarok tên hesibandin. Îstîsmarkirina zarok birînên cidî û giran li ser zarokan vedikin.
 
* Îstîsmar bandrorek çawa li ser zarok dike? Ev xwe çawa dide xuyakirin?
 
Yên zarokan îstîsmar dikin piranî kesên derdora wan, yên nas, yên pê bawer dikene. Ev rewş bêguman travmayê girantir dike. Zarok tirs û sûcdariyek mezin xwe hîs dikin. Ligel vê li gorî temenê zarok xerabûnê xwarin û xewê derdikeve holê, bixwede dimîzin, destdana organên zayendî û di ser temenê xwe de bi îfadeyên zayendî gotinên tên ziman. Piştî derketina îstîsmarê li gorî rewşa piştgiriya ji bo zarok, bandora giranbûnê diguhere. Bi zarok re piştî travmayê xerabûna fikaran stres, depresyon, bikaranîna madeyan, pisgirêkên derbarê zayendî de tên dîtin.
 
* Di vê mijarê de berpirsyariya malbat, çapemenî û civakê çi ye?
 
Bertekên malbatê raste rast bandor li ser zarok dike. Çawa zarok îstîsmarê parve bikin divê malbat ligel zarokên xwe cih bigirin. Divê zarok berpirs neyê dîtin. Ji xwe zarok xwe sûcdar hîs dike. Ji ber vê divê zarok tenê neyê hiştin û xwe di ewlehiyê de hîs bike. Divê civak jî ji nêzîkatiyên ku jiyanê teng dike dûr bikeve. Divê îfadeyên ku zarok biçûk dixîne neyên bikaranîn. Di çapemeniyê de jî ziman gelek girîng e. Ji ber vê divê bi rêgeza parastina veşartiyê, nasnameya zarok û dîmen neyê parvekirin.