‘Em ê ji zîhniyeta tecawizkar re bêjin êdî bes e'

  • 09:06 8 Tebax 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Edeneyê Suna Îzol derbarê bûyerên tacîz û tecawizê de ku li herêmê zêde bûne de axivî û got ew bang li jinan dikin ku dakevin qadan.
 
Bertekên li hember zêdebûna bûyerên îstîsmar û tecawizê yên ji aliyê pisporên çawîş ve li herêmê pêk tên didomin. Endama Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Suna Îzol derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û polîtîkayên taciz û tecawizê nirxand.
 
Sunayê destnîşan kir ku bûyerên tacîz û tecawizê yên herêmê ne bûyerên munferîtin, berovajî vê bi sîstematîk pêk tên û got: “Em dizanin ku çawişên pispor û yên dişibin wan hedef dikin ku bigihêjin armanca xwe. Jin û zarokên kurd hedef tên girtin. Ev kemînên wisa nîşan didin ku xwedî zîhniyek çiqas qirêjin. Divê yên li dijî gelê me jin û zarokên vê dikin demildest bên girtin û darizandin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Sunayê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê şopdarê her cureyê êrîşê bikin û wiha pê de çû: “Em wek Meclîsa Jinên Ciwan yên HDP’ê bang li hemû jinan dikin ku ji vê zîhniyetê re bêjin êdî bes e. Bila jin êdî bêdeng nemînin. Em jin ne kolene. Bila dakevin qadan. Me ciwan dest pê kir, ciwan bi ser kevin û em ê qezenc bikin.”